Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê

kurdistani 07:37 PM - 2019-11-09
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Wezîreke Îsraîlê di dauyaniyeke xwe de ragihand ku kurdan ji wan xwestiye ku di warên mirovî û dîplomasî de alîjar bin û wan jî ew daxwaz pejirandiye û destek dane kurdên Rojavayê Kurdistanê,

Dibe ku hinek çalakvan an jî kes û aliyên kurdî alîkarî ji hinek kesayetiyên cuhî an jî Îsraîlî bi riya facebook an jî ku di dema serdanên wan ji Îsraîlê re wek kes û çalakvan xwestibin, lê mixabin bawer nakim ji bilî alîkariyên mirovî ti alîkariyên din bidin gelê kurd.

Ji ber ku di Rojhilata Navîn de, Ereb û Tirk û Faris û Ecem ji gelê kurd pirtir û bihêztirin û bi yasaya navneteweyî tevdigerin lê mixabin gelê kurd heya niha ne xwedî yasa û desture, ne xwedî welat û dewleteke desturî ku ji aliyê UNê ve hatibe pejirandin, ji ber wê yekê jî, Îsraîl xwe nake dijminê Tirkan û Êraniyan û Ereb û Îslamiyên cîhanê ji bo xatrê gelê kurd.
Wek em hemû dizanin ku Rêkevtina Cezaîrê ya pîs navûdeng ku şoreşa gelê kurd li Başûrê Kurdistanê hilweşand, bi alîgiriya Îsraîlê û Amerîkayê pêkahatibû.
Her çiqas Nemir Mila Mistefa Barzanî bi hemû awayekî hewil da û çiqas hevkarî dixwest û dostaniya Îsraîlê jî dikir, lê mixabin Îsraîlê tenê karên xwe ên bazirganiyê li gel Tirk û Êran û ereban birêve dibir û berjewendiyên xwe bi ser her tiştî re dijmêre.

Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim, bila her kes bizanibe ku em ne neyarê Îsraîlê û gelê wê ne û ne jî neyarê cuhiyên cîhanê ne. Lê hêviya me ji alîkariya Îsraîlê pir lawaze, ji ber ku Îsraîl jî neçare ku gelê xwe û berjewendiyên xwe di herêm û navçeya Rojhilata Navîn de bi hûrgilî biparêze û berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de biparêze.

Lê car car ew daxuyaniyên agrîn ku hinek berpirsên Îsraîlê ji kenal û ragiahndinan re didin, ez bawer im ne cihê baweriyê ne, ji ber ku eger rast dikin, bila di saziya fermî ya Neteweyên Yekbûyî ku cihê pejirasndina biryar û çarenivîsên doza gelên cîhanê ye (UN)ê de bikin proje û doza kurd bikin bernameya xwe û pêşkêş bikin û xwedî lê derkevin û rêkevtinên xwe ên bazirganî û leşkerî bi Tirkiyê re kêm û qelis bikin û fişar li ser Tirkiyê çê bikin û xwedî li wan soz û gotinê xwe ên ku derbarê kurdan de tînin ser ziamn derkevin.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket