Kosret Resûl pîrozbahî li Mislemanan kir

kurdistani 04:22 PM - 2019-11-09
Kosret Resûl pîrozbahî li Mislemanan kir

Kosret Resûl pîrozbahî li Mislemanan kir

Kosret Resûl di peyamekê de, pîrozbahî li gişt Mislemanan kir.

Cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Kosret Resûl Elî bi boneya rojbûna pêxemberê Mislimanan, peyameke pîrozbahiyê arasteya tevahioya mislimanên kurd û Cîhanê kir.

Ev jî deqa peyamê ye;

Bi boneya jidayîbûna pêxemberê Îslam Mihemed Drudê Xwedê lê be germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya tevahiya Mislimanên Kurd û Cîhanê dikim û ghêvîxwazim ku ev yada pîroz bibe hêvana aştî û pêkvejiyan di navbera neteweyên cuda cuda de û hemû bi hev re ji bo jiyaneke xweûguzarî û aram û lihevtêghîştin kar bikin.

Ez vê rojê bi derfet dizanim ku ev yad salvegera jidayîkbûna serwerê mirovahuiyê û peyama aştî û bi hev re jiyankirinê ye û em bikin hêvana aramî û rêzgirtin li bîr û baweriyên hev du û ên cuda û olî û neteweyî ku bikaribin xweştirîn jiyan bi hev re bibin ser û pêşerojeke asude peyda bikin.

Kosret Resûl Elî
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket