Efrîniyekî 73 salî bi eşkenceyê jiyana xwe ji dest da

kurdistani 05:52 PM - 2019-11-06
Efrîniyekî 73 salîbi eşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Efrîniyekî 73 salîbi eşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Efrîniyekî 73 salî bi li ser destên çeteyên Sûrî bi eşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê kurd ê Efrînî Silêman Hemko ji gundê Kanî Gewrikê, piştî lêdan û eşkenceya komên çete li gundê xwe, bi giranî birîndar dikin û radikin nexweşxaneyê û piştî du roja jiyana xwe ji dest dide û  tevlî karwana pakrewan û nemiran bû.

Her weha beriya niha ango di roja 3-11-2019`an de hatibû ragiahndin ku li gundê Kanî Gewrikê ser bi herêma Efrînê Kurdekî 73 salî hat lêxistin û tenduristiya wî pir xerap bibû piştre rewaneya nexweşxaneuyê hatibû kirin û di bin çavdêriya hûrgulî de bû.

Li gorî Komîteya çavdêrî û bichkirina rastiya ya ser bi Desteya Yasa ya Kurdî dide xuyakirin ku Silêman Hemko yê 73 salî ji gundê Kanî  Gewrikê ya girêdayî Cindirêsê li herêma Efrînê rastî êrişeke komên çeteyan hat ku bi armanca talankirina mala wî bûn, di encamê de, pir lêxistin û bi cerê xazê li serê wî didin tako xwînrij dibe û niha jî di nexweşxaneyê de ye û di rewşeke nelibar û awerte de ye ku tenduristiya wî pir têkçû ye.

Lê duh roja sêşemê hat ragiahandin ku Silêman Hemko yê 73 salî jiyana xwe ji dest da ku kurdekî hejar û xwedî li mal û emlakên xwe deridket û nedixwest warê xwe û mala xwe berde û heya roja ku komên çete bi şevê êrişî ser mala wî kirin û bi cereyê xazê li serî wî dan û pir lêxistin heya ku bi giranî hat birîndarkirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket