Nadiya Murad bombebarana Tirkiyê biser Şengalê şermezar kir

kurdistani 11:56 AM - 2019-11-06
Nadiya Murad bombebarana Tirkiyê biser Şengalê şermezar kir

Nadiya Murad bombebarana Tirkiyê biser Şengalê şermezar kir

Balyozê Xêrxweziyê di Neteweyên Yekbûyî de Nadiya Murad bang li hikûmeta Êraqê kir ku berpirsiyaratiya xwe derbara bobmebarana Tirkiyê bi ser Şengalê ve tehemol ke .

Murad di daxuyaniyekê ku PUKmedia dişopand de ragihand: ku Tirkiyê gelek caran devera Şengalê bombebaran kiriye, ev kiryar metirsî û xeteriyê li ser nişteciyên deverê çêdike û heqê wê ye ku ji hêla civaka navdewletî ve were şermezarkirin, destnîşan jî kir ku ji dema azadkirina vê deverê ji bin kontrola DAÎŞê, Min dubare bangî hukûmeta Êraqî kir ku ji bo peydakirina aramî û ewlehiyê ji deverê re xebat bike û komên çekdar tevlê hêzên Êraqê bike lê heta niha ti tedbîr û çalakî ji bo ê yekê ne hatine wergirtin. Amaje bi wê yekê jî kir ku li gorî ku ev 5`salin Şengal ji terorî rizgar bûye heta niha piraniya Êzdiyan koçber û belakirîne ji ber ku aramî û ewlehî li navçeyê tuneye xelk nikare vegere ,ev yek  pêşeroja pêkhata Êzdî dixe xeteriyê.
 Nadiya dibêje ku dem hat ku hikûmeta Êraqê berpirsyariya xwe bi peydakkirina ewlekarî û xistina komên çekdar di nav hêzên ewlekariya Êraqê de bi cih bîne. Bêyî çalakî û pêngavên berbiçav, Êzîdî dê ji axa xwe dûr bimînin .

 PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket