Rojava: CENTCOMê êrîşa li ser hêzên xwe piştrast kir

kurdistani 12:15 PM - 2019-11-04
Rojava: CENTCOMê êrîşa li ser hêzên xwe piştrast kir

Rojava: CENTCOMê êrîşa li ser hêzên xwe piştrast kir

Fermandariya Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîka (CENTCOM)êrîşa li ser hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê piştrast kir û aşkere kir mafê wan heye bergiriyê xwe bikin.

Roja Duşemê 4-11-2019`an bi daxuyaniyekê Berdevkê CENTCOMê Earl Brown aşkere kir ku  hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê hatine armanc girtin û kîlometreyekê dûrî karwanê wan ê  serbazî ketine xwarê,destnîşan jî kir ku eger mûşek li hêzên wan nekitibin jî armanca wan a serekî parastina hêzên wan e û wê bersiva her êrîşekê bidin.

Li gor medyaya Artêşa Rûsyayê dûhê roja 03- 11-2019an çekdarên opozîsyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve, li derdora bajarokê Til Temirê hêzên Amerîkayê kiribûn armanc.

Serokê Navenda Rûsî ya Nêzîkirina Aliyên Sûrî, General Yuriy Borenkov dabû xuyakirin, ku çekdarên Artêşa Azad ku Tirkiye piştgiriya wan dike, êrîşî karwaneke hêzên Amerîkayê kirine.

PUKmedia/Aansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket