Xwepêşandanên li Êraqê berdewam in: 250 kuştî, 11 hezar birîndar

kurdistani 12:52 PM - 2019-11-02
Xwepêşandanên li Êraqê berdewam in: 250 kuştî, 11 hezar birîndar

Xwepêşandanên li Êraqê berdewam in: 250 kuştî, 11 hezar birîndar

Xwepêşandanên li Bexda û bajarên din ên Êraqê berdewam dikin. Li gor dawîn amarên Komîsyona Mafên Mirovan li wî welatî di heyama 8 rojan de 250 kes hatine kuştin û 11 hezar kes jî birîndar bûne.

Duh grûpên ser bi Heşda Şeibî ve, bi bilindkirina wêneyên mercî Şîe yê bilin li Êraqê, Elî Sîstanî, xwestin bikevin nav xwepêşanderan li qada Tehrîrê li Bexdayê, lêbelê xwepêşandaran rê nedan wan g.
Destwerdana tund a hêzên emnî nikare xwepêşandanan bi dawî bîne û ew kesên ku di aloziyan de birîndar dibin, piştî çareseriya pîzişkî careke din vedigerin nav xwepêşadanan û grûpên li qada Tehrîrê yekem car e bêyî piştevaniya hizbên siyasî bi şev û roj zêde dibin.

Biryarên encamdana çaksaziyan ên hikûmet û parlamentoya Êraqê jî ti guhertinek di rewşa xwepêşandanan de nekiriye û xwepêşander her berdewam in li ser çalakî û xebatên xwe li kolanan.

Xwepêşander dibêjin ji sala 2003an heta îro, wêrankarî hatiye kirin, xwîna wan hatiye mijandin, gel hemû bircî ye û gendelî ketiye nav hemû tiştekê û herwiha diyar dikin ku eger sîstema siyasî li Êraqê neyê guhertin ew venagerin malên xwe.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket