Trump: Ji petrola Sûriyê hez dikim û emê biparêzin

kurdistani 12:40 PM - 2019-11-02
Trump: Ji petrola Sûriyê hez dikim û emê biparêzin

Trump: Ji petrola Sûriyê hez dikim û emê biparêzin

Serokê Amerîka Donald Trump tekez dike, beşek ji leşkerên Amerîka ji bo parastina kêlgehên petrolê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dimînin.

Donald Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dixwaze serdana Koşka Sipî bike û Washington jî biryar daye têkelî herêma ewle nabe, amaje bi wê yekê jî kir ku“Dixwazin leşkerên me vegerin û niha beşek ji leşkerên me mane, tenê ji bo zeviyên petrolê biparêzin”.
Destnîşan kir ku “Hez ji petrolê dikim û emê wê biparêzin. Herwiha bi Kurdan, Tirkiye û çend welatiyên din jî kar dikin”.

Pêştir jî, çend medyayên Amerîkî aşkere kiribûn, tenê dema berpirsên leşkerî yên Amerîkî ji Trump re behsa petrolê kiribûn, ew razî bibû ku beşek ji leşkerên Amerîkî li Sûriyê bimînin.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket