Tu kuva çû, Bav
kurdistani 12:16 PM - 2019-11-01Law ji bavê dipirse:Tu kuve çû Bavo?
Dil dilerize û rondik diweşin
hin çav, ji kelecana rûyê te
têr nebibûn...
Di nav bazkên te de
germ nebibûm..
Tu kuva çû..
Wê gelewîja serî sibê,
cavê rokê bi kê
bixemlîne..
heyva çarde şevî li ber serê kê
palvede..
xinav, wê di nav peyîkên kê de
tovê jînê biçîne..
Tu kuva çû..
Te ez kirim rebenê sêwî, Bavo
Şûna pêjin û şopên te
axa sor, a gewr li te dipirsin,,
Darên zeytûna û henaran li te dipirsin
riya deştê dipirse..
merxên sirtê û daristana çê, li te dipirse..
geliyê gêlberî û qetlebê
li te dipirse..
Xirabî mitmitê li te dipirse..
Tu ku va çû Bav,,
Heft rojên, koça te borîn Bav,,
lê, ez hîn li te digerim
li nav zeviyek zeytûnên te de
te bibînim..
Di hewşa Bavê xwe de
te bibînim..
Li ber deriyê mal mezinahiya te
te bibînim
oxra te bikim..
Oxirbe Bav,,
Cihê te bihuşta rengîn be Bavo,
Qehreman Mistefa Hesen
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
04:45 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
01:10 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
10:56 AM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
04:30 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17 -
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17 -
Pîrozbahiya YNK`ê ji bo cejna serê sala nû ya Êzdiyan
Kurdistan 08:40 PM - 2024-04-16 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17