Fermandariya navendî: guman heye rêxistinek mîna DAÎŞê derkeve

kurdistani 09:52 AM - 2019-10-31
Fermandariya navendî: guman heye rêxistinek mîna DAÎŞê derkeve

Fermandariya navendî: guman heye rêxistinek mîna DAÎŞê derkeve

Serkirdeyetiya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth McKenzie û berdevkê Pentagon Jonathan Hoffman gotin rûfata rêberê dewleta Islamî Ebû Bekir al-Bexdadî di heyama 24 demjimêran piştî mirina wî di nav deryeyê de hate veşartin.

Di konfêranseke rojnamevanî de Mckenzie got ku welatê wî ji bo parastina zeviyên Naftê ji DAÎŞê hinek hêzên xwe li Dêre Zorê bicih hêştine,destnîşan kirku piştî kuştina Bexdadê tevilhevî û nerazîbûn dê di nav refên DAÎŞê de derkeve, got Eydîyolociya DAÎŞê bi kuştina Bexdadî bidawî nayê û wê bi awayeke din derkeve lê Amerîkayê amadeye ku şerê wê bike.

Mckenzie bal kişand ser peywendiyên wan bi HAD re û gor peywendî berdewam in û aşkire kir ku agahiyên ku HSD gandiye wan gelek girîng bûn lê oparesyona kuştina Bexdadî oparesyoneke hişk Amerîkî bû.piştre wêne û dîmenîn cihê ku Bexdadî têde pêşkêş kirku li gundê Barîşe ya Idlibê bû a li ser sînorê Tirkiyê .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket