Panoramaya piştgiriya gelê Başûr ji Rojavayê re

kurdistani 05:44 PM - 2019-10-30
Panoramaya piştgiriya gelê Başûr ji Rojavayê re

Panoramaya piştgiriya gelê Başûr ji Rojavayê re

Gelê kurd li Başûrê Kurdistanê bi awayekî mezin piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bihêztir kir.

Silêmanî; Eniya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pêkhat

Civîna damezrandina eniyeke piştgiriya Rojavayê Kurdistanê pêkhat.

Îro roja çarşemê 10-10-2019`an li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê, civîneke taybet ji bo damezrandina eniya piştgiriya li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Îro hêvarî hejmarek ji çalakvanên sivîl li gel nûneretiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê civiyan û piştre di kongireyeke rojnamgerî de eniya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ragiahndin ku wê ji bo lidarxistina kar û çalakiyên ji bo piştgiriya li mafên gelê kurd dirêjpêder bin.

 Parlemana Kurdistanê ji bo Rojavayê dicive

Di roja 13/10/2019  Parlemana Kurdistanê ji bo Rojavayê dicive

Parlemana Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê rûniştina xwe ya 4mîn li dardixe.

Seroka Parlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayêq di belavokekê de ragiahnd ku wêneyek bi dest PUKmedia`yê ketiye têde dibêje; Bi palpişta hikmî birga sêyem ji madeya 18 ya peyrewa navxwe me biryar da ku  bang li hemû endamên parlemana Kurdistanê bikin tasko rûniştina xwe a 4 mîn lidar bixin ku wê di roja sêşemê 15-cotmehê 2019`an de demjimêr11 pêş nîvro bête lidarxistin.

Her weha bi hikmî birgeya (duyem) ji madeya (16) birgeya (sêyem) ji madeya (18) û birgeyên (yekem û duyem û siyem û çarem û pêncem) ji madeyên (47، 48، 52، 54، 55، 56، 57)  wê vê rûniştina li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê be tako bi biryarekê encama wê rewşê bidin dengdanê.

 Silêmanî: Kempîna berhevkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê


15/10/2019 Silêmanî: Kempîna berhevkirina alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Di roja Sêşemê 15-10-2019`an,li avahiya Emnesoreke ya li bajarê Silêmaniyê kempîneyek ji bo berhevkirina alîkariyan ji welatiyan û koçberên ji Rojavayê Kurdistanê re birêve çû.

Dezgeh û saziyên Kurd ji bo rizgarkirina zarokên Kurdistanê û Îbrahîm Ehmed û rahênanê medenî, ku armanc ew e ku arîkariya mirovahî û pêdiviyên bingehîn ji bo welatiyan û mirovên koçber ji Rojavayê Kurdistanê bike`ye birêve çû.

Ji ber êrîşa Tirkiyê li dijî bajarên Rojavayê Kurdistanê nêzî 250 hezar mirov ji malên xwe derketine û koçber bûne û pêwîstiyên wan yê bilez bi alîkariyê hene, bi taybetî zarok, pîr û kal .


Kempîna "Em Hemû Rojavayîne" dest pê kir
    
Kempîneke alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Îro roja sêşûemê 15-10-2019`an, li bajarê Silêmaniyê di hundirî emnesoreke kempîneke bi navnîşana  "Em Hemû Rojavayîne"  ji aliyê Kurdsatê ve desdt pê kir. Her weha hejmarek ji rêxsitinên sivîl ên li bajarê Silêmaniyê bi hevrêziyekê bi Kurdsatê re, dest bi ragihandina kempîna Em Rojavayîne kirin.

Her weha di wê kempînê de, penaêlek taybet ji bo ragihandin û nîşandana armanc û erk û girîngiya kempînê ji aliyê Kurdsatê ve hat lidarxistin ku aliyên siyasî û civaka sivîl û hunermend û ronakbîr û çalakvanlên cur bi cur beşdarî penêlê bûn.

Her di wê penêlê de, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî li Herêma Kurdistanê ku wek endamê nûneretiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwîş derbarê girîngiya Kempînê û çawaniya piştgiriya li Rojavayê Kurdistanê û erkên hemû aliyan şiroveyên xwe pêşkêş kir.

Her weha piştre jî Hecî Efrînî serokê encûmena penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê derbarê destpêkirina kempînê û girîngiya wê şiroveyên xwe pêşkêş kir ku ew yekek bû li wan kesên ku pêşniyara destpêkirina kar û xebatên kempînê kiribû ye.

Her di heman demê de, Rojnamevan û nivîskar Hozan Efrînî jî nerîn û şiroveyên xwe derbarê rol û erkên xelkê kurd ji bo piştgiriya li Rojavayê Kurdistanê kir ku rola ronakbîr û nivîskar û rewşenbîrên kurd di vê dema hestyar de çi ye û dibê çawa bikin bi awayekî zelal pêşkêş kir.

Her weha gelê kurd jî her kesî ji aliyê xwe ve dest bi kempînê kirin û alîkarî li gorî tiwaneyên xwe anîn û wê heya 5 rojan kempîn dirêjahî hebe .

Parleman, Kempîna piştgiriya Rojavayê Kurdistanê


Di roja 20/10/2019 Parlemana Kurdistanê kempîna navnetewî bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Seroka parlemana Kurdistan ragihand ku Parlemana Kurdistanê kempîna navnetewî bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dest pê kirî.

Di roja yekşemê 20-10-2019`an, li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, Seroka parlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayîq pêşwazî li şandeke Yekîtiya Ewropî kir û derbarê rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Her weha di wê civînê de, hemûyan li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê şirove û gotûbêj kirin û girîng dîtin ku pêwîste fişareke mezin li ser Tirkiyê bê kirin tako hêzxên xwe ji navçeyên Rojavayê paşve bikşîne û ev yek jî bi kempîneke navnetewî dibe.

Soran: 5 ton alîkarî bo Rojavayê Kurdistanê hat kom kirin

Di roja 24/10/2019 Rêxistina Avaşîn li Soran, kempîna kom kirina alîkariyê bo xelkê Rojavayê Kurdistanê da destpê kirin û zêdetirî 5 ton tişt û xorak hat kom kirin û du rojên din jî dê kempîn berdewam bike.

Divê her kesek li gor hêza xwe alîkariyê pêşkeşî xwîşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bike,ji bo wê jî destpêka vê heftiyê ve li Soran dest bi ragehandina kempînekî hat kirin û xelkê bi dilxweşî alîkarî kom kirin.

Destnîşan hat kirin ku tenê di 5 rojên borî de heta îro 24.10.2019ê zêdetirî 5 ton tişt, xorak û pêwîstî hatiye komkirin, piştre ew alîkarî dê bighînin koçberên Rojavayê Kurdistanê.

Pêşengeha "Em hemû Rojavayîne" ya karîketêrî hat vekirin

Li bajarê Silêmaniyê Pêşengeha bi navnîşana (Em hemû Rojavayîne) ya karîketêrî hat vekirin.

Di Hola Muzexaneya Nîştimanî ya Silêmaniyê de, pêşangeha bi navnîşana "Em hemû Rojavayîne" a hunera karîketêrî derbarê siyaseta Amerîka û Rûsiya rêdayîn bi Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna 21 welatan  hat vekirin. ku ev 3 rojin dest pê kiriye û wê îro bi dawî bibe.

Îro 29/10/2019  roja dawî ji pêandana pêşengeha bi navnîşana (Em hemû Rojavayîne) ya karîketêrî ku di hola Mozaxaneya Nîştimanî a bajarê Silêmaniyê hatiye vekirin bi dawî dibe.

Her weha Serpereştyarê pêşengeha Em Hemû Rojavayîne mamoste Bextiyar Seîd ji PUKmedia`yê re derbarê girîngiya vekirina pêşengeha karîketêrî ya bi navnîşanan (Em Hemû Rojavayîne) di vê vîdyoyê de dipeyve...

Lahur; Pêwîste Amerîka pişt li xebata Rojavayê neke

Berpirsê parastin û zanyarî Şêx Lahur; Pêwîste Amerîka pişt li xebata Rojavayê neke.

Îro roja yekşemê 27-10-2019`an, li bajarê Silêmaniyê berpirsê ajansa Parastin û Zanyarî li Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî pêşwazî li konsilê giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîfin vekin kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser rewşa dawî a siyasî û ewlekarî li Êrqaq û Kurdistan û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin û derbarê welatiyên Êraqê ku daxwaza mafên xwe ji hikûmeta Êraqê dikin ku rêz li mafên wan blê girtin û bi awayekî aştiyane û demokrasî xizmetgûzariyên ji gel re bê pêşkêş kirin.

Her weha di heman civînê de, derbarê ji nû ve xwerêkxsitina rêxistina terorîst a DAIŞê hat kirin û çawabniya berheviyên li hemberî wan bê kirin tev bi awayekî zelal û lihevkirî hat nirxandin.

Her di tewreke din ya wê civînê de, goftûgo li ser kar û xebatên kurdên Rojavayê Kurdistanê jî hat kirin û Şêx Lahur tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste Amerîka dest ji piştgiriya kurdên Rojavayê Kurdistanê bernede û piştê xwe nede xebata Rojavayê Kurdistanê ji ber ku kurd hevpeymaneke pir bihêz û dirust û mezinin û li şerî li dijî terorê hem li Êraq û hem li Sûriye ew rastiya hat naskirin.


SkyNews; Asta poykottkirinê li Herêma Kurdistanê berferehtir bû ye


Kebnala azmanî a Îmarata Erebî di raporteke xwe de dibêje; Asta poykottkirinê li Herêma Kurdistanê berferehtir bû ye.

Îro roja şwemiyê 26-10-2019`an, di kenala SkyNews di raporteke xwe de, amaje bi poycottkirina gelê kurd lui Başûrê Kurdistanê ji kelşûpelên tuyrkî re ku pir bilind bûye şû her roj diçe ber bi zêdebûnê ve diçe.

Her weha piştî operesyona dagîrkirina Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, xelkê Herêma Kurdistanê ji Duhokê heya Silêmaniyê dest bi çalakiyên cur bi cur kirin şû di pêngava herî girîng de, dikarîn kempîna poykottkirina kelûpelên tirkî li sertanserî Herêma Kurdistanê bidin ragiahndin û baweriya gel jî bi wê yekê anîn ku êdî dest bi poycotkirinê bikin û bniha jî bi awayekî berfereh dest pê bibû ye.


hatine koçberan ji Rojavayê Kurdistanê zêde dibe



 Îro Înê 25-10-2019`an,Serokê Encumena Penaberên Kurd, Hecî Efrînî ragihand ku ji ber operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li  ser bakurê rojhilata Sûriyê hejmara koçber ji Rojavayê Kurdistanê berbi Herêma Kurdistanê ve zêde bûne.

Efrînî di daxuyaniyekê de ji PUKmedia re ragihand: Hejmara mirovên koçber gihîşte 12 hezar koçberan, diyar kir ku hemî mirovên koçber li kampa Berdaereş ​​li Hewlêrê ne.Amaje bi wê yekê jî kir ku bi hatina zivistanê re rewşên koçberan xirab dibin, destnîşan kir ku belavkirina alîkariyên lezgîn ji wan re tê kirin.

Her weha Efrînê balkişand ser derbasbûna koçberan ji Herêmê re û got ew bi qaçaxî derbas dibin ku qaçaxcî  di navbera 300 heta 700 dolar ji wan distînin heta ku derbas bin,lê ew hişyariyê ji guhartina demografîk re dide ku dixwaze ku kes dest ji bajar û bajarok û mal û milkên xwe bernedin û ber bi koçberiyê ve neçin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket