Partiya Yekîtiya Suryanî daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyê kir

kurdistani 09:25 AM - 2019-10-30
Partiya Yekîtiya Suryanî daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyê kir

Partiya Yekîtiya Suryanî daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyê kir

Yekîtiya Suryanî bang li Amerîka û Rûsya kir ku Tirkiyên êrîşên xwe bi ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Partiya Yekîtiya Suryanî bang li Dewletên Yekbûyî û Federasyona Rûsyayê kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrîşa xwe bi ser deverên Til Temir û gundên derdorê ku piraniya nûştecihên wê Aşûr û Suryananîne rawestîne.
 
Partiyê di belavoka xwe yê îro de destnîşan kir ku ev çend roj in Tirkiyê û çeteyên wê êrîşî ser Til Temirê dikin ku piraniya pêkhatiyên wê Aşûrî Suryanîne dikin ,derbarê rewş jî got gelek metirsîdar e,amaje bi wê yekê jî kir ku eger ev hêz pêşde biçe wê kerasateke mirovahî bi desheqê Xiristiyana çêbibe.û bê dengiya Rûsiya û Amerîkayê ji gavên Tirkiyê re wek piştivaniyek ji wan çeteyan re dide naskirin û eger her bêdeng bimîn in wê rewş xirabtir bibe.
Di daxuyaniya xwe de, Partiya Yekîtiya Suryanî bang li civaka navdewletî bi giştî kir ku li dijî siyaset û plansaziya Tirkiyê tevbigere, ku "piştevaniya sereke ya terorîstên li Sûriyê ye û pêwîste ku hêzên xwe ji tevahiya xaka Sûrî vekişîne."
Daxuyaniyê destnîşan kir, ku Tirkiyê deverên ku kontrol kiriye ji çeteyan re kkiriye jîngeheke aram û delîla herî mezin ev hebûna serkirdeyên Dewleta Islamî (DAÎŞ) li deverên di bin kontrola Tirkiyê de ye".

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket