NY liser girîngiya pêkanîna ewlehiyê û qedexekirina xerabûnê tekez kir

kurdistani 10:00 AM - 2019-10-28
 NY liser girîngiya pêkanîna ewlehiyê û qedexekirina xerabûnê tekez kir

NY liser girîngiya pêkanîna ewlehiyê û qedexekirina xerabûnê tekez kir

Serokê Encûmana wezîran Adil EbdulMehdî pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya Êraqê (UNAMI)  Jenin Hennes Blaschaert kir, di hevdîtinê de, li ser pêşveçûnên heyî û tedbîrên çeksaziyê ku hikûmetê di bersiva daxwazên xwenîşanderên aştiyane de pêşkêş kirin nîqaş kirin.

Seroka nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ji bo wêrankirina mal û milkên giştî ku di dema xwepêşandanan de pêk hatibûn de xemgîniya xwe nîşan da,destnîşan kir ku parastina canê welatiyan tiştî herî esasiye û got divê ku xwepêşandan aştiyanebe heta ku daxwazên welatiyan bighîne aliyên peywendîdar û nehêlbin ku welat têkeve zirar û metirsiyê û pesna hêzên ewlekariyê û tîmên pijîşkî da û bang kir ku xwenîşandar li dijî çekdarên ku xwepêşandanê xeradikin derkevin.
 
Blaschaert bal kişande ser giringiya pêkanîna ewlehî û aramiyê û pêşîgirtina li oparesyonên xerakirinê û çekdar ku yekîtî û aramiya Êraqê têk dibe,destnîşan li ser amadebûna Neteweyên Yekgirtî jibo pêşkêşkirina piştevaniyê ji Hikûmeta Êraqê re di hewildanên wê de bo dabînkirina daxwazên xwepêşanderan û şerkirina gendeliyê û baştirkirina karûbaran û derfetên kar, û gavên din ên ku ji hêla hikûmetê ve tê xwestin, diyar kir. Ji bo berjewendîyên gelê Êraqê .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket