Lahur; Pêwîste Amerîka pişt li xebata Rojavayê neke

kurdistani 07:22 PM - 2019-10-27
.

.

Berpirsê parastin û zanyarî Şêx Lahur; Pêwîste Amerîka pişt li xebata Rojavayê neke.

Îro roja yekşemê 27-10-2019`an, li bajarê Silêmaniyê berpirsê ajansa Parastin û Zanyarî li Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî pêşwazî li konsilê giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîfin vekin kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser rewşa dawî a siyasî û ewlekarî li Êrqaq û Kurdistan û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin û derbarê welatiyên Êraqê ku daxwaza mafên xwe ji hikûmeta Êraqê dikin ku rêz li mafên wan blê girtin û bi awayekî aştiyane û demokrasî xizmetgûzariyên ji gel re bê pêşkêş kirin.

Her weha di heman civînê de, derbarê ji nû ve xwerêkxsitina rêxistina terorîst a DAIŞê hat kirin û çawabniya berheviyên li hemberî wan bê kirin tev bi awayekî zelal û lihevkirî hat nirxandin.

Her di tewreke din ya wê civînê de, goftûgo li ser kar û xebatên kurdên Rojavayê Kurdistanê jî hat kirin û Şêx Lahur tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste Amerîka dest ji piştgiriya kurdên Rojavayê Kurdistanê bernede û piştê xwe nede xebata Rojavayê Kurdistanê ji ber ku kurd hevpeymaneke pir bihêz û dirust û mezinin û li şerî li dijî terorê hem li Êraq û hem li Sûriye ew rastiya hat naskirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket