Kurdekî Sûrî li Pêş UNHCR li Cenevrê Xwe Şewitand

kurdistani 05:44 PM - 2019-10-23
wêneya kurdê ku xwe şewitandî

wêneya kurdê ku xwe şewitandî

Ajansa Reuters ragihand ku Kurdekî Sûrî xwe li pêş navenda giştî ya Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) li Cenevrê şewitand.

Ajansê da zanîn ku Kurdê ku xwe şewitand di 30 salîya xwe de ye û ew jiber şewatên di bedena xwe de bi helîkopterê ji nexweşxanya Lozanê re hate veguhastin.

Rêvebirê polîsan Silvain Guillaume-Gentil got ku jiber rewşa wî ya xirab wan nekarî sedema çalakîya wî bipirsîya, lê îhtîmaleke mezin e ku sedem sîyasî be.

Berdevkê UNHCRê Andrej Mahecic got ku ew gelek xemgîn in ku li pêş avahîya wan bûyera xweşewitandinê çêbûye. Mahecic got ku ew bi hêvî ne ku saxlemîya çalakvan dê qenctir be.

Tirkîyê di 9ê Cotmehê de dest bi operayoneke leşkerî ya dijî Kurdên Sûrîyê kiribû û bi sed hezaran Kurd neçar man ku cîh û warên xwe biterkînin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket