Serêkanî û Girê Sipî; 300 hezar derbas kir

kurdistani 05:21 PM - 2019-10-19
Serêkanî

Serêkanî

Li Serêkanî û Girê Sipî koçberbûna gel bêhtir ji 300 hezar kese.

Jimareya kurdên penaber ên Rojavayê Kurdistanê ku di encama êrişên artêşa Tirkiyê de awerebûne 300 hezar kes derbas kir.

Her weha di daxuyaniyeke endamekî Rêxistina Hawar ya parastina mafên Zarokên Efrînê ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku hejmara penbaberên Serê Kanî û Girê Sipî 300 hezar kes derbas kiriye û hîn jî ji mal û gundên xwe koçber dibin.

Silêman Efrîn di dirêjahiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re ragaihnd ku ew rewşa koçber û penaberên li Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin ku êdî 300 hezar kes derbaskirine û ber bi hejmareke mezin ve diçe ku zivistan jî birêdaye ku wê rewşa wan gelek aloz bibe û heya niha jî ti rêxsitinên mirovî hevkarî û alîkariyên cedî pêşkêş nekirine.

Derbarê alîkariyên ku li Herêma Kurdistanê de jî, endamê lîjneya peywendiyên Rêxistina Hawarê Silêman Efrîn dazanîn ku ew di peywendiyan de ne li gel kempînên li Silêmanî û Qeladize û Germiyanê tako bi awayekî berferehtir erkên bi rabin û ew alîkariya ku kom buye bi riya heyva sor a kurdî rewaneya Rojavayê Kurdistanê bikin.

Her weha Serokê Encûmena Penaberên Rojava li Silêmaniyê Hecî Efrînî jî ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku îro roja pêncçemê roja herî dawîyê ye ji bo kempîna ku Kurdsatê bi rêxistinên sivîl re destpêkiriye ye û şandeke Rojavayê Kurdistanê jî serdana Emnesoreke kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket