Penaberên Rojavayê gihîştin Herêmê

kurdistani 05:54 PM - 2019-10-14
Penaberên Rojavayê gihîştin Herêmê

Penaberên Rojavayê gihîştin Herêmê

Penaberên Rojavayê gihîştin Herêma Kurdistanê.

Di wê barê de, serokê encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê Hecî Efrînî ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Îro roja duşemê 14-10-2019`an, yekemîn karwana penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê gihîştin Başûrê Kurdistanê.

Efrînî di dirêjahiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku yekemîn karwana penaberên Rojavayê Kurdistanê ku ji 3 pasan pêkhatiye bi aramî gihîştin Herêma Kurdistanê ku nêzîkî 90 kesî bûne.

Hecî Efrînî dazanîn ku li gorê jêderên wan li Duhokê ku niha ew penaber derbasî bo nava kampa penaberên Rojavayê Kurdistanê a li Dumzê bûn û karwana din jî li ser deriyê Sêmalka ye ku ji 10 pasan pêktê ku ber bi Duhokê ve tên.

Di dawiya axivtina xwe de, Hecî Efrînî aşkire kir ku hejmara gişt penaberên ku derbasî aliyê Herêma Kurdistanê bûne di heman karwanê de, 200 kes in û ber bi zêdebûnê ve diçe ku ew penaber tev ji navçeyên Serêkanî û Girê Sipî reviyane û koçber bûne bi sedema êrişên artêşa Tirkiyê û komên çete ên bi navê opozisyona Sûrî ku dest bi dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê kirine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket