Jinên DAIŞ`î şerê QSD`ê yê li dijî artêşa Tirkiyê wek derfet ji revê re dibînin

kurdistani 11:57 AM - 2019-10-11
Jinên DAIŞ`î şerê QSD`ê yê li dijî artêşa Tirkiyê wek derfet dibînin û hewl didin birevin

Jinên DAIŞ`î şerê QSD`ê yê li dijî artêşa Tirkiyê wek derfet dibînin û hewl didin birevin

Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê ya başûrê kantona Hesekê de, hewl didin tevliheviyê di kampê de derxin da ku ji xwe re derfetê bibînin û ji kampê birevin.

Di kampa Holê de bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê hene. Ew ji xeternaktirîn kampên di cîhanê de ye.

Li gor ragihandina jêdereên herêmî ku jinên DAIŞ`î hewl didin tevliheviyê di kampê de derxin da ku ji xwe re derfetê bibînin û ji kampê birevin. Çavkaniyan diyar kir ku îro ji saetên sibê ve tevliheviyê dest pê kir, piştî ku ji duh ve hazirî jê re dihatin kirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê jî destnîşan kir ku ew parastina nuqteyên ewlehiyê, koçber, penaber, rêxistin û komeleyên di beşên kampê de ji jinên DAIŞ`î dikin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket