Heval Mam Celal siyasetmedar , Pêşmerge , û Hişmendê gelê xwe bû

kurdistani 07:10 PM - 2019-10-09
rEWANşAD Mam Celal

rEWANşAD Mam Celal

Heval Mam Celal di 12-11- sala 1933’an de, li Başûrê Kurdistanê li gundê Kelekan a ser bi navçeya Koyê girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand.
Di buhara jiyana xwe de Talebanî derbasî nav xebata rêzanî bû ye, ew di sala 1951’ê de weke endamê Komîta Navendî ya PDK’ê hate hilbijartin. Di 1953’an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina zagonsaziyê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezirand.
Di sala 1956’an de ji ber xebata xwe ya rêzanî dest ji xwendinê berda.
Sala 1961’ê ligel Mile Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên rêzanî di navbera wî û Barzanî de di sala1964’an de ji PDK cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand.
Piştî têkçûna peymana 11’ê Avdarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975’an de, Mam Celal û hejmarek ji tekoşerên kurd Yekîtî Niştimanî Kurdistan damezrandin.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan di rewş û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , piştî salekê ji damezrandina xwe şoreşa kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Iraqê ragihand û agirê Rizgariyê li dijî Sedam Husên û rêjîma wî ya faşî barand.
Di wê xebata şoreşgerî de destanên qehremane hatin xêzkirin û ji nûve hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.
Encam û berhema vê şoreşê Rizgariya Kurdistana Başûr û avakirina sîstemeke federal bû.
.
Heval Mam Celal, Endazyar, û Pêşmergeyê gelê xwe bû

Wek hemû kes dizane ku di sala 1991`an de, li bajarê Raniya , li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Bas rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê rizgar bikirana û gelek pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildana dîrokî kirin.
Lê di rastiya wê de, endazyarê wê jî hebû û aliyê cêbicîkerê wê jî her amade bû bi hemû hêz û şiyana xwe ve. Her weha endazayarê wê raperînê jî, serok û heval Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildayî.
Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kême û her maf jê re naye dayîn ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji çiyayên welatê me bibe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal.

Peywendiyên me bi heval Mam Celal re

peywendiyên herdu partiyên me Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Yekîtî Niştimanî Kurdistan pweywendiyên dîrokî ne bi dirêjahiya salan berdewam kiriye û endezyarên wan peywendiyan herdu hevalên cefakêşin heval Hemîd Derwîş û heval Mam Celale , Bi dirêjahiya salan herdu partiyên bira tekez kirine li ser piştgiriya doza netewî ya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û rêzgiritina taybetmendiya doza netewî ya kurdî li kurdistana sûriyê , di vê derbarê de gelek Karin hevbeş me bi hevre kirine wek komîta hevrêziya kurdistanî û bereya kurdistanî di sala 1980 de ya ku partiya me , Yekîtî Niştimanî Kurdistan , Partiya Sosyalîst a Kurdistan , Partî Demoqrat a Kurdistan a îranê
Cih têde digrtin bi amedebûn û çavdêriya herdu partiyên Komonîst a Sûrî û iraqî.
Rola heval Mam Celal berçav bû di nêzîkbûna aliyên kurd û yekrêziya kurdî de.
Heval Mam Celal hevalekî cefakêş , dilsoz û Hişmend bû , Bi dirêjahiya salan ji xebata xwe ya partîzanî de rastî gelek êş û azariyan hat , bi salan ew ji welêt koçber bû û li xerîbiyê penaber bû, rêjîma faşist biryar nedida ku Mam Celal vegere ser xaka niştîman , Lewre piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên û dema ku tevgera rêzaniya iraqî bi seranser û ya kurd jî di nav de Mam Celal hilbijartin wek serokê komara iraqa federal wê demê hêviyên miletê me bilind kirin û bandora wê ya erênî ne tenê li ser partiya wî û kurdistana Başûr bû , bandora wê ya erênî li ser hemî parçeyên kurdistanê bû.
Bi dilekî xemgîn ez dibêjim Mam Celal tu namirî û tê herdem di dilê me de bijî
Mirina Mamê me ne tenê zirara Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Kurdistana Başûre , Lê belê mezintirîn zirare ji tevahî tevgera Azadîxwaza Kudistanê re.

Bila serê hemî heval , pêşmerge û xebatkarên Yekîtî Niştimanî Kurdistan xweş be
Bila serê damezrenêr û sekreterê partiya me hevalê jiyana wî mamoste Hemîd Derwîş û nivîsgeha rêzanî û komîta Navendî û hemî heval , û xebatkarên partiya Pêşverû xweş be

Bila serê gelê Kurd xweş be

Mam Celal namire wê herdem di dîroka miletê kurd de bijî
Silav li gelê Kurdistan
Sed silav li giyanê te ey mirê diplomasiya kurdî.

3 / 10 / 2019

Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverûya Kurd li Sûriyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket