Rêveberiya Xweser seferberî ragihand
kurdistani 11:07 AM - 2019-10-09Rêveberiya Xweser seferberî ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 3 rojan seferberî ragihand. Her wiha berpirsyariya karesateke mirovî ku der barê gelê herêmê de pêk bê, spart NY, Rûsya, DYA û YE’yê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re têkildarî gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina muhtemel li ser herêmên ku tê de nêzî 5 milyon mirov û bi deh hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên girtî hene, weşand.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:
"Bi bilindbûna asta gef û guran û amadekariyên leşkerî yên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên kirêkirî yên bi navê Ceyş El-Wetenî ya Sûriyê yên êrîşeke muhtemel li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em rewşa seferberiyê bi dema 3 rojan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihînin. Her wiha jî ji tevahî rêveberî, sazî û gel bi hemû pêkhateyên wê dixwazin ku berê xwe bidin herêmên li ser sînorê dewleta Tirk da ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û berxwedana xwe di van kêliyên hesas ên dîrokî de raber bikin.
Her wiha bang li tevahî ciwanên gel bi hemû pêkhateyên wê yên li Kurdistan û tevahî cîhanê dikin ku bi erka xwe li beramber xak û gelê xwe li hundir rabin û xwepêşandan û çalakiyan li tevahî deverên lê ne, bi taybet li dewletên derve yên lê koç bûne, pêk bînin.
Berpirsyarê van rûdanan hildigirin ser NeteweyênYekbûyî (NY) bi tevahî saziyên wê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE), Rûsya, tevahî dewlet û saziyên ku xwedî biryar û bandorê li Sûriyê dikin. Divê ev sazî û dewlet bi erkên xwe yên exlaqî û wijdanî rabin ku tu karaseteke mirovî ku zirarê bide gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk neyê."
PUKmedia/ANHA
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19