Îran êrîşa Tirkiyê ya muhtemel li xaka Sûriyê, red kir

kurdistani 04:16 PM - 2019-10-08
Îran êrîşa Tirkiyê ya muhtemel li xaka Sûriyê, red kir

Îran êrîşa Tirkiyê ya muhtemel li xaka Sûriyê, red kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, bi rêya telefonê bi hevalbendê xwe yê Tirkiyê re anî ziman ku çi êrîşeke Tirkiyê li ser xaka Sûriyê, ew red dikin.

Ajansa Erna ya Îranê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi hevalbendê xwe yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu re êvara duşemê bi telefonê der barê pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, axiviye.

Her weha Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got, çi êrîşeke dewleta Tirk red dikin û tekez kir ku pêwîst e rêzdarî li beramber yekitiya xaka Sûriyê û desthilatiya wê were girtin.

Zerîf ê ku êrîşa dewleta Tirk red kir, bang li dewleta Tirk kir ku peymana Adanayê ya ku di navbera rejîma dewleta Tirk û Sûriyê de di 1998’an de ku kurdên li Sûriyê dike hedef, pêk bîne.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket