Qamîşlo; Gaziyên şerê DAIŞê xwepêşandan kirin

kurdistani 03:18 PM - 2019-10-08
Qamîşlo; Gaziyên şerê DAIŞê xwepêşandan kirin

Qamîşlo; Gaziyên şerê DAIŞê xwepêşandan kirin

Gazî û kêmendamên şerê li dijî DAIŞê xwepêşandan kirin.

Gazî û birîndarên şerê li dijî DAIŞê li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamçşloyê dest bi xwepêşandana nerazîbûna li hemberî êrişên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Her di wê xwepêşandanê de, nameyeke nerazîbûnê radestî rêvebiriya Neteweyên Yekbûyî kirin ku tê de mixabiniya xwe arasteya civata navnetewî dikin ku wan wek gazî û birîndarên şerê li dijî DAIŞê ku ji ber tevahiya cîhanê ve ceng kiribûn û peçeyên laşên xwe wundakirin, lê niha jî Amerîka bê wefadarî li hemberî tekoşîna wan û qurbaniyên wan dike ku wê rê bide Tirkiyê tako êrişên serkotkirinê dest pê bike.

Daxwaz kirin ku aliyên peywendîdar ên civata navnetewî destêwerdanê bikin tako kareset encam nedin û binpêkirina mafên mirovan li ser gellê kurd û pêkhatên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê pêknetên.

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket