Mistefa Balî: Hêzên me li ser sînor cih girtine

kurdistani 09:08 AM - 2019-10-08
Mistefa Balî: Hêzên me li ser sînor cih girtine

Mistefa Balî: Hêzên me li ser sînor cih girtine

Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) Mistefa Balî diyar kir ku ew ji bo egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ketine amadebaşiyê û got ku ew dê bi hemû derfetên xwe bersiva êrişê Tirkiyê bidin.

Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk Mistefa Balîgot, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, hêzên wan li ser sînor ketine rewşa amadebaşiyê û eşkere kir, eger Tirkiye dest bi êrîşan bike, wê metirsiyeke cidî çêbike.

Balî wiha axivî: “Gefên Tirkiyê êdî ketine qonaxeke nû û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê weke Kurd, Suryan, Aşûrî û Ermen rûbirûyê metirsiya komkujiyan dibe. Bêguman hêzên me jî niha li ser sînor cihên xwe girtine. Em erkdar in parastina gelê xwe bikin.”

Balî destnîşan kir ku ji ber şer li ser sînor tê kirin kî dibe bila bibe xwe weke netewperwer bibîne çi hêzên hikûmeta Sûrî bin û çi hêzên opozisyonê bin divê erka xwe li hemberî êrîşan pêk bîninû got ew guhartinê ku rû daye dê ligel xwe pirsgirêkan bîne û aloziya li Sûriyê kurtir bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di nûtirîn weşana li ser twiterê de  Donald Trump helwêsteke nû de têkildarî egera êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nîşanda û hişyarî da Tirkiyê ku ji sînorê xwe dernekeve. Trump got: “Ez dê aboriya Tirkiyê wêran bikim, eger êrîşê Bakurê Sûriyê bike".


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket