Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd


7/10/2019 19:26:00
Çapkirin
     Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hilgirê rêbaza Mam Celal di yekrêziya neteweyî de, xwedî roleke mezin e û her dem palpiştê aliyên siyasî ên perçeyên din ên Kurdistanê bû, ev yek rastiyên wê hene, li ber çavan re derbas dibe û ti kes nikare wê rastiyê nepejirîne, ji ber ku ew milkê dîrokê ye..

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku hilgirê raman û bîrdoz û rêbaza rasteqîne yê rewanşad Mam Celal e, ji roja damezrandina xwe ve, tekez li ser peyrewakirina bernameya parastina yekrêziya di nava aliyên Kurdî û Kurdistanî de kiriye. Her weha nemir Mam Celal jî, wek serkirde û rêberekî dêrîn û navdarî kurd, di warê kirdarî de, ew bernameya selamndiye û xalên wê di holê de bi cih kiriye.

Bo nimûne jî, di dema şoreşa nemir Ebdurihman Qasimlo bi berdewamî li kêleka nemir Qasimlo bû. Xwedî rêbaza yekrêziya neteweya kurd bû. Ew gotin jî ji aliyê nemir A. Qasimlo ve hatiye gotin ku di heyama hevpeyvîneke taybet ya Kovara Alsayed ku bi riya rojnamevana Lobnanî Huda Huseynî li Qendîlê di buhara 1984`an de pêkhatibû.

Her di sala 1991`an de, li gel şandeyeke Başûrê Kurdistanê ku ji piraniya partiyan pêkhatibû, serdana deşta Bîqayê li Lubnanê kir û çavpêketin li gel serokê Partiya Karkerên Kurdsitanê rêzdar Abdula Ocalan kir û gelek xalên girîng bi hev re lihev kirin.

Her di sala adara 1993`an de jî, li gel alî û partiyên Bakurê Kurdistanê ku kesayetiyên wek Ahmed Turk, Hemreş Reşo û Kemal Burkay jî hebûn, dikarî li gel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê rêzdar A . Ocalan rêkeftina agirbestê bike û riya diyalogê li gel hikûmneta Tirkiyê veke.

Dema ku Mam Celal agahiyan dide serokê Tirkiyê yê wê serdemê Turgot Ozel ku PKK``ê agirbesta yekalî pejirandiye û amade ye ku dest bi projeya aştiyê û çareserkirina aştiyane bike, wê demê serokwezîrê Tirkan Silêman Demrêla li ber kenalên ragiahndinê bi reşkawî got; Ez kok bawer nakim ku PKKê agirbestê bide ragiahdin û em ji wê yekê re ne amadene ji ber ku ev tişt kok nakeve serê mirovan ku PKKê agirbestê bide ragihandin.

Ev yek rastiya bihêzbûna çêwaza siyaset û dîplomasiyeta YNKê dide zelalkirin ku çawa herdem bûye bi hêvana yekrêzî û yekîtiya nîştimanî di nava tevgera Kurdistanî de.

Ji ber wê jî, YNKê wek aliyeke siyasî Kurdistanî gelek caran rastî aloziyên cur bi cur hatiye û bi taybetî ji aliyê dewletên dagîrkeran ve, lê her dem bi awayekî pir siyasî û Dîplomatîkî xwe ji wan aloziyan rizgar kiriye û bi serkeftî derbas bû ye û êdî rê li ber ew aloziyan bi siyasî û dîplomasiyet girtiye.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê di dîroka 1/ 6 / 1975`an de, di nava rewşeke pir nelihev û aloziyeke pir mezin ku tê de mala kurdî û rastiya doza rew ya Kurd li ber belavbûnê bû, çavên xwe li dunyayê hilanî û serîhilda û derkete holê tako ew rastiyên hene ji bo pêşeroja gelê kurd bêne parastin. Ew pêngava bi serokatiya rêbenrê nemir Mam Celal bû ku li gel hejmarek ji hevalên xwe ên destpêkê dest bi vejandina jiyaneke nû ji bo şoreşa gelê kurd kiribû.

YNKê ji aliyê gelek jêderên siyasî ên Kurdistanî û cîhanî ve wek aliyekî siyasî kurdî ku herdem di navbera aliyên siyasî kurdî û Kurdistanî ên nakokdar de peywendî dikir û hewilî sazkirina peywendî û aramî û aştî di navbera wan aliyan de, gelek caran jî bi serkeftî ew kar derbas dikir.

Mam Celal xwdî rêbazeke netewî û navneteweyî bû.

Ji çiya û deşt û newalên axa Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê, Serok Mam Celal ji sengerê pêşmergeyetiya Kurdistanê bo koşka serokkomariya Êraqa federalê ku bi nasnameya xwe ya neteweyî û şoreşgerî wek yekemîn serokkomarê Êraqê ku bi hilbijartinan posta serokkomariya Êraqê bi dest bixe.

Wek hemû aliyên kurdî û Kurdistanî û navneteweyî amaje bi rastiyên jiyannameya rewanşad Mam Celal dikin ku ew rêberekî ji bo gelê xwe tevahiya jiyana xwe texan kiribû.

Mam Celal di kar û xebatên xwe de, ti carî binkevtin ji xwe re nekiribû asteng, ji ber ku ew her dem bi umêd û bawer bû ku di encamê de, wê her bi ser keve.

Di encamê de jî, wek hemû dunya dît û agahadar bû, ew ji xebata ser çiyayên Kurdistanê, bi nasnameya xwe ya şoreşgerî û pêşmergeyetî derbasî koşka serokkomariya Êraqê bû.

pêşmerge û xebatkarê dêrînê gelê kurd û Kurdistanê, rewanşad Mam Celal di hemû jiyana xwe de, ti carî têgeha binkevtinê nasne dikir, her dem di hewildanên girîng û bê wêne de bû tako ew dest bi serkevtinên dîrokî bike û di xizmeta doza gelê kurd de terxan bike.

Mam Celal yekemîn siyasetvanê kurd bû ku peywendiyên gelê kurd ligel aliyên navneteweyî bihêz bike û rewabûnê tê de tomar bike ye.

Di destpêka şoreşa Başûrê Kurdistanê û heya rizgarkirina wê, bêtir ji 60 salî serok Mam Celal mora xwe li ser kar û xebata nîştimanî ya vê perçeyê welat xistiye û li nser rûpela dîroka nûh ya gelê Kurdistanê bi şoreşeke nûjentir û bi remaneke sosyal demokrat derkete holê û dikarî ji sengerên pêşmergeyetiya çiyayên Kurdistanê ber bi koşka komariya Êraqê ve bi rêkeve û cihê dîktetorekî ku bi birîna serî wî sondxweribû bigre û piştre li ser bidarvekirina wî dîktetorî jî mor û wajo neke.

Her weha piştî ku raperîna gelê Kurdistanê bi girsayî dest pê kir, rewşa desthilsata rîjîma bees guhert û ew3 raperîn raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabibû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin.

Rêberê şoreşa rasteqîne ya nû û sekreterê giştî ya YNK`ê serokê nemir Mam Celal weku yekem serokê hilbijartî yek serokkomarê Kurd gihîşte serê desthilatdariya desturî li Êraqa federal a demokrat.

Endazyarê rabûna raperîna 1991`an

Serok Mam Celal û YNK`ê gerantiya serketina raperîna 1991`an bûn...

Weku hemû kesek dizane ku di sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin ku endazyarê wê jî her du rewanşadên Kurd Mam Celal û Kak Newşîrwan Mistefa bûn..

Lê di rastiya wê de, gelek jêder amaje bi wê yekê dikin ku endazyarê wê jî hebû û aliyê cêbicîkerê wê jî her amade bûn bi hemû hêz û tiwanaya xwe  bibin xizmetkarê gelê kurd bi kirdar û bi nimûne jî. Her weha endazayarê wê raperînê jî, serok û rêber Mam Celal û siyasetvanê nemir kak Newşîrwan Mistefa bûn ku dikarîn di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildayî.

Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kê me û her maf jê re naye dayîn ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya YNK`yî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji Qendîlê biçe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal. Ev rastî dide xwuyakirin ku meznatiya serok Talebanî di çi astekê de ye.

Her weha YNK`ê jî dikarî rêbaz û pilannameya endazyarê xwe di warên paratîkî de bicîbîne û bi wê yekê re şoreşa gel bi serket û gihîşte roja me ya îro ku Herêma Kurdistanê bûye xwediyê Parlemaneke demokrat û Hikûmeteke Kurdî û bûye Herêmeke ji bo hemû Kurdan.

Her weha di roja 5-3 sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, raperîneke mezin û qeşeng ji aliyê gelê Kurd ve , li dijî rêjîma Bas yê xwînvexwer pêk hat û di encamê de, ew Raperîn li hemû dever û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.

Di wê Raperînê de, hêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û gelê Kurd dikarî navçeyên Hacî Awa û Raniya û derdora wê ji tevahiya dem û dezgeh û avahiyên bassiyan azad bikin.

Di encama wê Raperînê de, hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar û azad bûn, digel wê yekê de, xebat û tekoşîneke nûjen û nûtir dest pê kir.

Her weha piştî wê serkeftinê, li Herêma Kurdistanê Parlemana Kurdistanê hate hilbjartin û damezrandin û ji wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ava bûê. Ji bo wê yekê ew Raperîn pêngaveke dîrokî û gelek mezine ji bo gelê Kurd  ku dikarî naznavê ji gelê Kurd re bedî bîne.
Her weha ji bo bihaya wê roja pîroz, Parlemana Kurdistanê ew roj 5-3- kir bi roja salyadaeke nîştimanî û li hemû salekê bi fermî tê bi bîr anîn.

Parêznameya Serok Mam Celal a Dîrokî

Di 9/2 di sala 2004`an de, di civînekî berfereh ya encûmena hukim ya Êraqê de, Sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Serok Mam Celal gotarek giring û dîrokî pêşkêşî encûmena hukim kir û têde berevanî li çespandina mafên xelkê Kurdistanê kir û ragihand û got: Pêwîste encûmena hukim, federaliya Kurdistana Êraqê pesend bike û dest bi naskirina rewşa wîlayeta pêşîn ya Kerkûkê bikinher weha rewşê wê bête normalîze kirin.

Serok Mam Celal di wê civînê de ew belgeya li biryara komîteya “Hevgirtinan Netewan” xwend ku tê de dibêje, tu carî sînorê Êraqê ji çiyayê Hemrînê derbas nebûye û ji çiyayê Hemrînê û pêve Kurdistane.

Di heman demê de Serok Mam Celal nexşeyekî dîrokî ya mezin a serdema dewleta Osmanî li ser maseya encûmena hukim danî ku têde bi aşkira diyare ku Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye.

Bi vê yekê Serok Mam Celal careke din bi zimanê gul û bi belge dîroka Kurdistabûna Kerkûkê bo encûmena hukim û ji dost û dijminan re pesend kir.

Her di nava gotina xwe ya dîrokî de Serok Talebanî dupat kir ku mafê rewa yê gelê Kurd ku zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî bi zimanê fermî bê naskirin û yekser şûnwarê paqijiya regezî û bi erebkirina bi zorê û anîna kesên ku anîne navçeyê vegerin cihê xwe û awareyên Kurd û Tirkuman biçin şûnê xwe yê rasteqîne.

Piştî rizgarkirina Êraqê ji destê rêjîma Ba`sê, Serok Mam Celal ji endamên hukim ya Êraqê ku di mijdara sala 2003`an de serokayetiya encûmenê girte dest û di wê demê bi şiyan û hîkmeta xwe bo birêvebirina karûbarên xwe ji hemûyan re selmand her weha karî parastina mafê rewa yên gelê Kurd li Êraqê bike.

Aliyekî herî girîng ya wê dilsoziyê parastina mafên gelê Kurd bû û ev yek di roja 9/2/2004`an de ji hemûyan re aşkir kir , her weha bi ezmûn û belge û dokomênt û nexşeyên dîrokî yên serdemên Osmanî berevanî li Kurdistanbûna Kerkûkê kir û hemû hûrguliyên wê ji hemû alî û partî û hêzan û siyasetmedarên Êraqê re aşkira kir û danîn hole. Her weha ev roj jî li wêjeya siysî û bîreweriya hemûyan de bi roja (Parêznameya mezin) hate naskirin.

Ji Pirtûka Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd e hatiye weşandin

PUKmedia


 

Keçeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir


Keçeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir

Keçka Kurd Avesta Îso ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdiastanê ye ku niha li Almanya n&ici...


»  Kekeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir
»  Swêd; Behiya hevjîna Omer Şûxmûs birêve çû
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Dildarê Ey Reqîb bû semol


71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...


»  Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê
»  Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

Karîkator