Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Gefên Tirkiyê DAIŞê bihêztir dike

kurdistani 09:48 AM - 2019-10-07
Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Gefên Tirkiyê DAIŞê bihêztir dike

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Gefên Tirkiyê DAIŞê bihêztir dike

 30 rêxistin, partî û komeleyên kurdî, erebî û suryanî yên Rojavayê Kurdistanê piştî civîna girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Navenda Lêkolînên û têkilîyên diplomasî li bajarê Qamişlo li dar ketiye daxuyaniyek dan raya giştî.

 Di dawîya civîna partîyan de daxuyaniyek ji bo raya giştî hat xwendin, daxuyanî ji aliyê Hevseroka partîya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef ve hate xwendin,ku nîşan bi wê yekê hate dayîn ku gefên Tirkiyê li dijî prosesa siyasî ya diyalogê ye û Tirkiyê bi gefên xwe DAIŞ`ê bi hêz dike,destnîşan jî kir ku armanca sereke ya gefên Tirkiyê ew e ku nehêle Hêzên Sûriye Demokratîk şerê DAIŞ`ê bike û wê bi temamî birûxîne.

Her wiha hate gotin ku her êrîşek ji hêla Tirkiyê wê bala HSD ji şerê DAIŞê mijûl bike, û HSD neçare ku oprasyonên dijî komkên veşartî rawestîne da ku berê xwe bidin sînorê bi Tirkiyê re.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber vetoya Tirkiyê û bêdengiya navdewletî, nûnerên derdora 5 milyon kes ji pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ji komîteya destûra Sûriyê hatin dûrxsitin.

 
PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket