Hewlêr; Lawekî bavê xwe kuşt

kurdistani 04:37 PM - 2019-10-06
.

.

Hat zanîn ku li Hewlêrê lawekî bavê xwe kuşt.

Li Hewlêrê lawekî kurd bavê xwe kuşt û polîs jî dibêjê ku ew rudan bi sedema pirsgirêkeke malbatî bû ye û bavê wî jî gaziyê şer bû ye.

Di wê barê de, peyvdarê rêvebiriya polîsê Hewlêrê Hogir Ezîzî ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Îro roja yekşemê 6-10-2019`an dema nîvro li navçeya Deştî ya Hewlêrê polîsê wê navîçeyê em agahdar kirin ku rudeweke kuştinê pêkhatiye.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, wî peyvdarî aşkire kir ku piştî lêkolîn û lêpirsînê zelal bû ku law bavê xwe kuşûtiye û ew buyer ji ber kêşeyeke civakî malbatî bû ye her dema ku bavik çek derdixe tako lawê xwe bikuje, yekser law jî ji destê bavkê digre û lê dixe û wî dikuje.

Di daxuyaniya peyvdarê polîs de hatiye ku dema ku lawê malê vedigere mal û dibîne ku bavik bi çek li dayîkê dixe û yekser destê xwe davêje çek tako ji destê bavkê derxîne, lê ji nîşkava guleyek ji tifinkê derdikeve û li bavkê dikeve di encamê de, bav jiyana xwe ji dest dide. Lêkolîn û lêpirsîn hîn jî pêdere.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket