Desteya Aborî dê ziyanên genimê şewitî bide
kurdistani 10:07 AM - 2019-10-03Desteya Aborî dê ziyanên genimê şewitî bide
Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, diyar kir dê cotkarên ku ji ber şewtandina zeviyan ziyan dîtine bên qerebûkirin. Herwiha daxuyakirin ku mîkanîzmeya qerebûkirinê dê ji aliyê komîteya Aborî û Çandiyê ya Rêveberiyê ve bê destnîşankirin. Dema destpêkirina belavkirina tov li navend û bankên çandiniyê cotkar ê qerebûya xwe bigrin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mewsima îsal ya genim û cehê ya cotkaran rasî şewatê hatin û li gorî raporên Desteya Aborî û Çandiniyê zêdeyî 435 hezar û 500 donim hatin şewitandin. Herwiha ziyan û zirar bi darên zeytûnan, sewalan û alavên çandiniyê jî bibûn.
Di demên hawara vemirandina şewatên çandiniyê de,hin kesên sivîl û leşkerî jî jiyana xwe ji dest dan.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4`ê Tîrmeha îsal de, biryara qerebûkirina kesên di encama şewatan de ziyan dîtine derxist. Ev yek jî bi rêya komkirina alîkariyan û handana Rêxistinên Alîkariyan ji bo pêşkêşkirina alîkariyê pêk hat.
Li gor agahiyên Desteya Aborî û Çandoniyê dane ajansa Hawar, dê tevahiya kesên ziyana canî yan madî pê dîtine bên qerebûkirin.
Têkildarî mîkanîzmeya qerebûkirinê, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo diyar kir ku rêjeya qerebûkirinê dê ji aliyê Komîteya Aborî û Çandiniyê ve bê destnîşankirin.
Barûdo got ku qerebûkirina kesên ziyan dîtine dê bi demên belavkirina tovên çandiniyê re ango di çend rojên pêşîn de, bê destpêkirin.
Di encama van şewatan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 56 hezar û 240 darên bi ber, 44 ton genim û ceh, 9 patoz û terektor, 42 seriyên sewalan, medceneyeke xwedîkirina mirîşkan û çend malên cotkaran şewitîn.
PUKmedia/ANHA
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25