Pirtûka Mam Celal tê belavkirin

kurdistani 04:48 PM - 2019-10-02
Pirtûka Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd tê weşandin

Pirtûka Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd tê weşandin

Pirtûka li ser ked û rol û kesayetiya karîzme ya serok Mam Celal tê nasandin û belavkirin.

Sibê roja pêncşemê 3-10-2019`an, demjimêr 10:30, her bi salvegera duyemîn a koça dawî ya sembola netewî "serok Mam Celal" yekemîn pirtûka bi navê (Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd) bi zeraveya kurmancî ji weşanên PUKmedia`yê li ser kesayetî û rol û xebata serok Mam Celal di Salona Kurdistanî New de tê belav kirin.
 
Nivîskar Hozan Efrînî bi riya vê pirtûkê rola Mam Celal di xizmet doz û parastina destkevtên gelê kurd ku wek endazyarê proseya aştî ji Bakurê Kurdistanê re û alîkariya damezrandina  yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê aniye ser nivîs.

Her weha, name û nêrînên siyasetvan û nivîskar û ronakbîrên kurd, Erebî, Êranî, Tirkî, Amerîkî, Rûsî û Ewropî jî derbarê kesayetiya karîzme yê Mam Celal de hatine ser nivîs, û rola ragihandina YNKê ji piştîvaniya gelê kurd û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê di pirtûkê de  cih digre.

PUKmedia-Taybet
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket