Bafil Talebanî bi qonsulê Amerîkî re civiya

kurdistani 12:04 PM - 2019-09-30
Bafil Talebanî pêşkeftinên siyasî digel qonsulê Amerîkî gotûbêj dike

Bafil Talebanî pêşkeftinên siyasî digel qonsulê Amerîkî gotûbêj dike

Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê li avahiya Politboruya Siysî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî pêşwazî li Qonsulê Amerîkî Steve Viken kir,di hevdîtinê de li ser pêşketinên siyasî û serbazî û aborî li deverê gotûbêj kirin û li ser girîngiya siyaseta neteweyî yê YNK li hemberî hemû karnameyan jî tekez kirin.

Ji hêla xwe ve,Bafil Talebanî tekez kir ku Yekîtiya Niştimanî li benda rêveberiya baş li herêma Kurdistanê ye, bi awayek ku pêşkêşî karûbarên baştir bo welatiyan bike, tekez kir ku hewcedariya serkeftinê di saziyan de bi rengek ku hukumeta welatîbûnê bixe nav xwe heye.
Her weha Bafil û Steve Viken li ser yekîtiya mala Kurd û yekîtiya helwesta aliyên siyasî ya di derbarê dosyayên çarenûs de gotûbêj kirin, li ser têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de jî nîqaş kirin, tekez kirin ku pêwîstî bi çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê bi awayek ku parastina berjewendiyên bilind ê herêma Kurdistanê dike.

Ji hêla xwe ve, konsulê Amerîka derbarê serdana Serok Berhem Saleh bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê axifî, û behsa beşdariya wî di civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê kir ku girîng û gelek baş bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket