Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

kurdistani 01:57 PM - 2019-09-29
Konferansa Aştiyê

Konferansa Aştiyê

Yekemîn Konferansa Aştî a Cîhanî li Silêmaniyê birêve çû.

Îro roja yekşemê 19-9-2019`an, li bajarê Silêmaniyê di hola rêsturasnta Rameda`yê de, bi beşdarbûna part û rêxistin şû kesayetiyên siyasî û olî û çalakvanên rêxistinên sivîl û hejmarek ji kenal û rojname û rojnamgerên herêm û Êraqê, Yekemîn Konferansa Navnetewî ya Aştiyê ji bo hêzên siyasî û Civakî û Olî li Herêma Kurdistanê birêve çû.

Di Konferansê de, di destpêkê de, xweleke bêdengî ji bo rewanpakiya pakrewanên kurd û Kurdistanê hat rawestandin û pişt re jî gotara komîteya amadekar a Konferansê hat pêşkêş kirin û piştre jî gotara endamê serkirdeyetiya YNKê Berzanî Ehmedî Kurde û serokê encûmena Parêzgeha Silêmaniyê û serokê Rêxistina Aştî a Cîhanê Dr. Fêrhad yekemîn konfirans birêve çû.

Her weha panela wê konferansê dest pê kir ku di nav wan de serokê Rêxistina Aştî a Cîhanî û berpirsê peywendiyên derve ê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê Tehsîn Namiq birêve çû û derbarê aştiya di navbera aliyên siyasî û civakî û olî de gotûbêj hat kirin.

Piştî ku şiroveyên panelê bi dawî hat, dest bi axivtin û pirsyarên beşdarvanan hat kirin ku çendîn kes di wê barê de nêrîn pirsyarên xwe arasteya endamên penalê kirin û ji aliyê wan ve jî bersiv dan.

Di heman demê de, çalakvanê siyasî û rojnamevan Hozan Efrînî jî derket ser şanoya panelê û axivtinên xwe pêşkêş kir û wiha got; Îro em di kongireyeke pir girîng da beşdar in û ez wek kesekî Rojavayê Kurdiwstanê spasiya aliyên peywendîdar dikim ku ez vexwendim vê derê tako ez bikaribim deng û axîna Efrîniyên ku li jêr fişarên cur bi cur de ne bighînim kongirê û aliyên peywendîdar ên navnetewî dako çareyekê ji rewşa gelê kurd ê li Efrînê re bibînin û derman bikin. Li Efrînê jiyan ji behşet bû ye

Efrînî di axivtina xwe de anî ser ziman ku ev kongire a aştiya aliyên siyasî û civakî û olî ye, aştî ango nehîştina şer û ceng û jinavbirina mirovan e, ji ber wê jî ez rewşa xelkên Efrînê ku rojene tiştên ku bi serê wan dibe di hemû dunya û cîhanê de kok bi serê ti kes û gelan nebûye û nabe. Pêwîste hûn werin deng û dengê Efrîniyan ji hemû cîhanê re bibêjin û kotayî bi rewşa dagîrkirina Efrînê bînin.

Di dirêjahiya axiftinê de, Efrînî aşkire kir ku her kes û aliyên siyasî û civakî derbarê aştiyê daxivin û panel û konferansan lidar dixin, lê mixabin ti çareseriyê jê re nabînin û birînan derman nakin. A rewşa Efrîn û xelkên wê li ber çavên hemû cîhanê ye, kanî parastina bend û alên danazana parastina mafên mirovan? Her tişt bi axivtinan û dirûşman û konferansan nabe, dibê ku hewlset û karên cedî ji bo aştiyê hebin tako rê li ber ceng û wêrankarî û dagîrkarî û qwirkirinê mirovan bê girtin û aştiyeke rasteqîne bê peydakirin.

Hozan Efrînî di dawiya axivtina xwe de, pirsyarek arasteya serokê Rêxistina Aştî a Cîhanê Dr. Ferhad kir; Gelo we heya niha ji bo Efrînê çi kirî? Çi projeyeke we heye tako hûn dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî ve bi dawî bikin?

Her di bersiva xwe de, serokê Rêxistina Aştî a Cîhanî Dr. Ferhad got; Me ji bo Efrînê 3 salan beriya dagîrkirinê hewildanên xwe kir, ev kar wê bi riya dîplomasî bê çareser kirin ji ber ku mijareke navnetewî ye û em di wê hewildanên de dirêjpêder in.

Di wê barê de, serokê Rêxistina Aştî ya cîhanî Şêx Alselmo Alta`î ku bi Dr. Ferhad naskirî ye ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Em bi armanca aştiya navxweyî hatine Herêma Kurdiastanê û me hewildanên xwe pêşxistin û li gel encûmena rêxistina Aşrtî a Cîhanî li Silêmaniyê me serdana aliyan jî kir û emê di hewldanên xwe de dirêjpêder bin tako aştiyeke rasteqîne di navbera aliyên siyasî, civakî û olî de berqerar be.

Sebaret bi rewşa Efrîn serokê Rêxistina Aştî a Cîhanî  Dr. Ferhad aşkirer kir ku ji 3 salan ve ew hewil didin ku li Efrînê tiştekî wiha rûnede, lê mixabin bi rêkevtineke navnetewî ewê îro pêkaht, me nexwest ku ew tiştên li Efrînê dibin wiha be, lê niha jî em her hewil didin ku bi riya siyasî û dîplomasî kar ji bo Efrînê pêşbixin û fişarekê li ser TTirkiye bikin tako ji Efrînê xwe paşve bikşînin û Efrîn aram bibe.

Her weha di heman demê de, endamê komîteya amadekar Casim Saz ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Armanca wan ji vê konferansê ew bû ku roleke baş ji bo peydakirina aştî û aramî li Herêma Kurdistanê û jihevnêzîkkirina aliyên siyasî û civakî û olî tako rewşa heyî ber bi arambûneke baştir û bihêztir ku pêkvejiyan dirêjpêderî hebe.

PUKmedia-Nazliye Remadanave

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket