Cîgirê serweriya Cizîrê koça dawî kir

kurdistani 03:34 PM - 2019-09-28
.

.

Cîgirê serweriya Cizîrê koça dawî kir

Roja pêncşemê 25-9-2019`an, li bajarê Qamîşloyê endamê politburoya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê û cîgirê serweriya hevbeş yê herêma Cizîrê Şêxmûs Mûsa Mihemed ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da.

Di wê barê de, Rêvebiriya Serweriya hevbeş a Herêma Cizîrê di belavokeke xwe a taybet bi koça dawî ê Şêxmûs Şêx Mûsa ragiahdn ku cçgirê serweriya hevbeş a herêma Cizîrê Şêxmûs Mûsa Mihemed di temenê xwe a 71 saliyê de di yekek ji nexweşxaneyên Qamîşloyê de koça dawî kir.

Hêjayî gotinê ye ku Şêxmûs Mûse birayê sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ye ku yekeke ji kesayetiyên siyasî ên herî naskirî li Rojavayê Kurdistanê û xwedî helwest û karên nîştimanperwerî ye.

PUKmedia
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket