Berevaniya Êraqê bersiva balyozê Êranê da

kurdistani 03:45 PM - 2019-09-27
.

.

Wezareta Berevaniya Êraqê bi tundî bersiva sefîrê Îranê li Bexdayê da û ragihand, xaka Êraqê xeta sor e!

Sefîrê Îranê li Bexdayê, Îrec Mescidî duhî gotibû, eger Amerîka êrişî Îranê bike ewê jî êrişî hêzên Amerîkî yên li Êraqê bikin.

Li ser vê mijarê, berdevkê Wezareta Berevaniya Êraqê, Tehsîn El Xefacî bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew rê nadin Êraq bibe meydana şerê Amerîka û Îranê.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Êraqê her wiha da xuyakirin, ew rê nadin ti hêz û welatek xaka Êraqê li dijî welatekî din bikar bîne, ji ber wê jî xaka Êraqê xeta sor e.

 
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket