'Li Misrê di nava hefteyekê de 2 hezar kes hatin destgîrkirin'

kurdistani 12:59 PM - 2019-09-27
'Li Misrê di nava hefteyekê de 2 hezar kes hatin destgîrkirin'

'Li Misrê di nava hefteyekê de 2 hezar kes hatin destgîrkirin'

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand, li Misrê di nava hefteyekê de di xwepêşandanên dijî hikumetê de nezî 2 hezar kes hatine destgîrkirin.

Li Misrê hefteyeke li dijî Serokkomar Abdulfetah El Sîsî xwepêşandanên protestoyî tên kirin.

Rayedarên Misrî der barê çalakiyan de yekemcar di Pêncşemê de daxuyaniyek weşandin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya serdozgeriyê di çalakiyên 20 û 21'ê Îlonê de nêzî hezar kes hatin destgîrkirin.

Lê belê li gorî HRW'ê ji 20'ê Îlonê dema destpêkirina xwepêşandanan ve 2 hezar kes hatine destgîrkirin. HRW'ê destnîşan kir ku 60 ji kesên hatin destgîrkirin jin in û hejmarek ji zarokan hene ku nehatiye tespîtkirin.

Rêveberê Rojhilata Navîn a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Sarah Leah Whitson got, "Xuya ye ku girtina bi rengekî girseyî û astengkirina înternetê ji bo astengkirina çalakiyan e."

HRW'ê xwest ku hemû kesên hatine destgîrkirin bên berdan û bang li rayedaran kir ku li gorî mafê kombûna aştiyane tevbigerin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket