Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê

kurdistani 10:25 AM - 2019-09-26
Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê

Li Hesekê çalakiya Meclisa Jina Sûriyê

Meclisa Jina Sûriyê çalakiyên xwe yên hemereng ên ku bi boneya Roja Aştiyê ya cîhanêî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin didomîne. meclisê çalakiya pêşendana cilên gelêrî yên tevahiya pêkhateyên kantona Hesekê li dar xist.

Bi boneya Roja Aştiyê ya cîhanî Meclisa Jina Sûriyê bi hevkariya Desteya Çand û Perwerdeyê û Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê çalakiyên cihereng bi dirûşmeya "Di baweriya bi rola jinê de di avakirina aştiya demdirêj de" li dar dixe.

Di nav wan çalakiyan de meclisê îro çalakiya pêşendana cilên gelêrî li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê li dar xist. Di çalakiyê de cilên gelêrî yên tevahiya pêkhateyên herêmê hate pêşendan.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeyro, serokê Komeleya Suryanî ya Çandî li Sûriyê Ibrahîm Qis Ibrahîm û hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Hesekî tevî bi dehan ji şêniyên bajarê Hesekê tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi pêşendana cilên gelêrî yên kultura suryanî, erebî û kurdî destpê kir. piştre koma Tolhildan a girêdayç Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket