Kosret Resûl; Pirsa kurd bi aştiyê çareser dibe

kurdistani 07:22 PM - 2019-09-25
Serokê rêxistina cîhanî Dr. Fêrhad û Cîgirê sekreterê YNKê Kosret Resûl

Serokê rêxistina cîhanî Dr. Fêrhad û Cîgirê sekreterê YNKê Kosret Resûl

Kosret Resûl Elî pêşwazî li şandeya rêxistina aştî ya Cîhanî kir.

Îro roja çarşemê 25-9-2019`an, li bajarê Silêmaniyê cîgirê yekem ê Sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê  Kosret Resûl Elî  pêşwazî li serokê Rêxistina Navnetewî ya Aştiyê Dr. Fêrhad (Şêx Farif AlSelmo Alta`î) û encûmena rêxistinê kir.

Di wê civîna ku her yek ji endamên politburoya YNKê Îmad Ehmed, Rifet Ebdula û endamên serkirdeyetiya YNKê Berzanî Ehmedî Kurde derbarê rêxistina aştî û kar û xebatên wê û hewildanên Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê (YNK)ê ji bo pêkanîna aştiyê di navçe û Herêmê de tev bi awayekî zelal û babetî şirove kirin.

Her weha di heman dîdarê de, cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê (YNK)ê Kosret Resûl di wê dîdarê de, dazanîn ku YNKê hilgirê meşxela aştî û pêkvajiyana hevbeş û gelek caran hewil da ye ku proseya aştiyê bicih bike û di demên pêş de jî wê her we be û wê bi awayekî pir cedî aştiyê li navçeyê pêkbîne.

Di civîna du qolî de, Kosret Resûl spasiya rêxistina aştî ya cîhanî kir û daxwazkare ku ew rêxistin di hemû biwaran de ango perwerde û fêrkirin a bilind û keştûkalî û tenduristî û aborî de jî projeyan kare bike û tevbigere.

Di aliyekî din ê axivtinên xwe de Resûl Elî aşkire kir ku doza gelê kurd wê bi riya aştî û diyalog û demokrasiyê bê çareserkirin û wek tevahiya gelê cîhanê gelê kurd jî nasnameyeke xwe taybet heye.

Di dawiyê de, ji bo aştî ya Cîhanî, mîdeliya zêrînî a Rêxistina Aştî ya Cîhanî ji bo cîgirê sekreterê giştî ê YNKê Kosret Resûl Elî hat pêşkêş kirin.

Wêne; Hewjîn Şerîf

PUKmedia-Ragihandina Cîgirê Sekreterê YNK

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket