Serpêhatiyên Aliceê li welatekî ec

kurdistani 07:05 PM - 2019-09-24
Serpêhatiyên Aliceê li welatekî ecêb

Serpêhatiyên Aliceê li welatekî ecêb

Wergera ji ingilîzî: Ciwanmerd Kulek

Yek ji klasîkên navdar ên edebiyata dinyayê “Serpêhatiyên Aliceê li welatekî ecêb” a Lewis Carroll, bi wergera Ciwanmerd Kulek êdî bi kurdî ye.
Meselên di vê kitêbê de pêşî ji zarokeke bi navê Alice Liddel re hatin gotin. Vebêjê wan tenê ji bo ku sebra vê keçikê bîne ev serpêhatî ji
ber xwe ve derdixistin, û dû re bi xêz û nivîs ew diyariyî wê kirin.
Lê qismetê me jî tê de hebû,  dawiyê ev çîrok bûn kitêb (1865) û pêşî
li nav zarokên Îngilîstanê dawiyê jî li nav ê dinyayê belav bûn. Di
sersala sedî (1932) a nivîskarê wê de êdî bûbû yek ji kitêbên herî
pirr hatî xwendin ên cîhanê. Lê tenê sebra zarokan neanîbû, tenê
xeyalên wan nerengandibû, evê kitêba piçûkan herweha karîgerî li
berhemên mezin ên nivîskarê mezin jî kiribû—hemin ku hemû dahî (kesên
bilîmet) jî wek zarokan difikirin, ev peywendî ne tiştekî anormal e.
Meseleyên ziman, meseleyên vegotin û têgihiştinê, keftûleftên bêdawî
ên afirandinê jî di nav serpêhatiyên ecêb ên Aliceê de vediguherin
lîstikan. Nebêjin me bi zarotî nexwend û çû, zewq û wateyên ku em ji
van çîrokan bigirin heye ku di biçûkaniyê de jî û di mezinayiyê de jî
eynê bin.
Kitêbeke bêhemta ji bo piçûkan, ji bo mezinan, û ji bo her demê.

Serpêhatiyên Aliceê li welatekî ecêb
Lewis Carroll
Wergera ji ingilîzî: Ciwanmerd Kulek
ISBN: 978– 605–2246–41-2
19.5x13, 136 rûpel 20tl
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin
http://www.instagram.com/avestayayin
http://www.youtube.com/avesta1995

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket