Amerîka wê hêzekê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê

kurdistani 09:29 AM - 2019-09-22
Amerîka wê hêzekê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê

Amerîka wê hêzekê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (PENTAGON) ragihand ku wê hêzeke din a leşkerî bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê.
Piştî êrîşa hefteya borî ya dijî navenda nefta Erebistana Siûdî ku Amerîka û Erebistana Siûdî, Komara Îslamî ya Îranê tohmetbar dikin, biryara şanduna hêzeke din hate standin.

Wezîrê Berevaniyê Amerîkayî Mark Esper aşkere kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, şandina hêzên Amerîkî bo wan herdu welatan erê kir û dê ew ji bo berevaniyê li wir bin.

Herwiha Esper da zanîn ku Amerîka van hêzan dişîne li ser daxwaza Erebistana Siûdî û Îmaratê berevaniyên wan ên esmanî û mûşekan.

Li aliyê din Serfermandarê Amerîkayê General Joseph Dunford got biryare berferehiyên şandina van hêzan dawiya vê heftê bêne gotûbêjkirin û hefteya bê werin belavkirin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket