Hunermenda kurd Leyla Zerya dipeyve

kurdistani 06:02 PM - 2019-09-18
Hunermend  Leyla Zerya

Hunermend Leyla Zerya

PUKmedia hevpeyînek bi hunermenda ciwan a kurd ê Bakurê Kurdistanê li Almanyayê dijî hunermend Leyla Zerya sazkir û evê li xwerê naveroka wê hevpeyvînê ye.

PUKmedia; Leyla Zerya kî ye.?

Ez ji Çewlîgê/Çolîg (Bingol) me û bajarê ya Elmanya li Hamburgê dîjîm. Gava ez bi malbatê xwe hatim Elmanya, emrê min 5 salî bû.

Ez gelek biçûk bûm min stranên digot. Teqrîben pishtî 9 salî ya xwe, min tim û tim Mamoste Sivan û Gûlîstan guhdarî dikir. Bi rastî bin bandora wan ez gelek mam. Zimanê Dayîka min kirdkî (zazakî) ye lê kurmancî ez pashê ji stranan ra hedî hedî fêr bûm. Dûra, 15 salî ya xwe da, ez alfabê ya û nivîsandina kurdî pirtûkan ra fêr bûm. Karê min jî wergerîyêye (tercuman), ser kurmancî, kirdkî (zazakî) û zimanê tirkîye.

PUKmedia; Gelo beşdarbûna we a yekemîn car di aheng û şahiyan de çi salê bû.?

Leyla Zerya; Cara yekem ez bi emrê xwe 16 sali yê da, li sheva Newrozê da gel hûnermend Rencber Ezîz çûm sehnê. Rencber Ezîz Hozanê kî gelek bi nav û denge. Bi xwe jî gelê Çewlîgê bû. Heval û hogirê malbata me ya gelkî hêja bû. Lê mixabin 1988 de, bi emrê xwe 33 salî yê da, me ew hûnermendekî ezîz wenda kir. Keda Rencber Ezîz gelek ser stranên kirdkî (zazakî) çê bû . Min 2 heb stranên Rencber Ezîz jî album a xwe da xwand. Yek DİLO DİLO (WÛSAR) (Bihar) û yek jî Way way nînna.

Sala 2009 gel koma mûzîkê NANOBEAT va min 3 sal karê mûzîkê kir û dûra ez ji wan ra qetyam. Heta niha derfet tûne bû kû ezê ser hûnerê xwe bisekînim û pêshva herim. Axir bi hevala xwe hêja Zeynep Isik va, min dîsa destpê mûzîkê kir. Bi rastî bê alîkarî û keda Zeynep ewqaz nebûya.

PUKmedia; Berhemên we hene hûn dikarin ji me re bînin ser ziman.?


Leyla Zerya; 4 heb klîpên min hene. Yekemîn „AVA EVÎNÊ“ kurmancî ye û helbesta hevala min Dilek Akdag ê ye. Dilek bi tirkî nivîsandî bû lê min jî wergerand. Mûzîka wê min û Zeynep me çê kirîye. Ya dûyemîn „PAYÎZ“ bi kirdkî (zazakîy) ye lê dîsgotin (ne qert) a Payîz bi kirdkî (zazakî) ye, gotinên wê min nîvîsand, mûzîk ya min û Zeynep ê ye. Ya sêyemîn „DAY LÊRO“ bi kirdkî (zazakî) ye. Klîpa min 4. jî, me Çewlîg/Çolîg ê da bi Yücel Albayrak va çê kirîye. Nav a klîp Zarac (Kew) e.  Gotininên ZARAC, ya helbestwanê me ji Çewlîgê, Mehmet Mehdi Özsoy ye. Mixabin sala 2009 da helbestwanê me ezîz çû dilovanî ya xwe. Diwan a helbestên wî heye û hemî kirdkî (zazakîye) ye. 2 helbestên Mehmet Mehdi Özsoy me çê kir stran. ZARAC û GULÊ MI


Albûma min „AVA EVÎNÊ“ bi 14 heb stran ji alîyê sesmedia ra nû derket û ser  gelek platformên dîjîtal heye.
6 heb berhemên min tê da hene. Mûzîk ê wan ya min û Zeynepê ye û gotinên ya 3 heb stran min nivîsandîye. 10 stran bi kirdkî (zazakî), 3 stran bi kurmancî û yek jî bi soranî ye, ya hûnermend mezin Hesen Zîrak ê ye. Stranên Album a min Hakan Akay aranje kirî bû.

PUKmedia; Gelo malbata te ji karên te ên hunerî razî ne?


Kêfxweshîya malbata min gelek ji alîyê hûnermendî ya min tê. Bavê min tim digot: „ Berê mirina xwe min CD ya te bidîtana û li sîyara xwe da guhdarî bikirana“. Axir dît û hêvîdarim Dayka min û Bavê min hina gelek salan dijîn. Bingeha stranên min piranîn mûzik a modern û şîroveyê kî cudaye, lê ya klasîk jî heye.

PUKmedia; Gelo rewşa hunermendên Bakurê Kurdistanê bitaybet ên jin û karên wan çawa dinirxînê.?

Lelya Zerya; Ser hemî hûnermendên kurd yê Bakûrê, ew kû bi kurdatî ya xwe dîyare û distirîne bi astengî yê va rê da dimeshe û berxwe dide. Gelek hûnermendên me yê bakûr bin bandora zimanê tirkî û asîmîlasîyonê da man, mixabin lewra gelek zêde tirkî jî distîrînin. Lê astengî û sordestî ser hûnermendên welatparêzên da hîna gelkî zêde heye. Albûma wan nayê firotin û derfetên rê ya wan tê girtin. Ser aborî jî gelek gelek zêde astengî hene. Bi taybetî ji ber kewneperestî, zordestî û astengî, ser jinên hûnermend a kurdan û him jî ser gelek keçikên û jinên me heye kû lewra nayên naskirin. Hûnermendên jinên kurd kû wek min li diaspora dijîn, bi hûner a xew hîna azadin.

Vîyan a me, bila ew Album bibe dengê jinên me. Bila jinên me bi pêynûsa xwe, gotinên xwe, hêst û ramanên xwe, nav her alîyê jîyanê û hûnerê da cîhê xwe bistînin!

Gelek spas bo hevpêyvînê. Silav û rêz, Leyla Zerya

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket