Hilbijartinên Tunisê: Seîd û Qirewî ber bi dewreya duyemîn ve çûn

kurdistani 10:05 AM - 2019-09-18
Hilbijartinên Tunisê: Seîd û Qirewî ber bi dewreya duyemîn ve çûn

Hilbijartinên Tunisê: Seîd û Qirewî ber bi dewreya duyemîn ve çûn

Li gorî encamên fermî yên hilbijartinên serokatiyê li Tûnisê roja sêşemên, pêşbirka di navbera akademsiyan Qeyis Seîd û Nebîl El-Qirewî derbasî gera duyemîn bû.

Desteya Bilind a Serbixwe ragihand ku Seîd ji sedî 18.4 deng wergirt û El-Qirewî jî ji sedî 15.58 deng wergirt.

Namzetê tevgera Nehda Îslamî Abdullfetah Moro ji sedî 12.8 deng wergirt û ev jî nîşana ku ji 2011`an ve alîgirên Nehda kêm in.

Serokwezîr Yusif Şahid  ku dema serweriya wî desthilatê re bi dawî bûye ji sedî 7.4 deng wergirt anku di rêjeya 5 de ye û rêjeya beşdarbûna dawî jî ji sedî 49 e.

Serokê desteyê Nebîl Bofon piştî pirsên der barê rakirina El-Qirewî bi îdîaya binpêkirina ji qanûnên hilbijartinan re got, di hilbijatinan de yan jî roja dengdayînê, ji ber awayê hilbijatinan guhartin û bandor li encaman kir, nakokî ne cewhrî ne.

Beriya ku encamên fermî werin ragihandin tevgera Nehda kesên biserketine pîroz kir û gotegotinên têkildarî karînên rakirina El-Qirewî ji ber binpêkirinên di pêngavê de, ku muhteml e Moro ber bi gera duyemîn ve biçe, red kiriye.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê duh tekez kir ku dewreya yekemîn a hilbijartinan baş bû.Tevî vê yekê bang li namzetan kir ku derfetên baş û wekhev bi dest bixînin, nexasim El-Qirewî.

Berpirsa desteyê Hesaa Bin Silêman got: “Em daneyan analîz dikin, tevî vê jî namzetê were dûrxistin, divê sedem hebe.”

Parêzerê El-Qirewî ku bi tewana spîkirina pereyan ji 23`yê Tebaxê ve girtiye got, dema encamam piştrast bibin, ew ê daxwaznameyeke din têkildarî serbestberdanê pêşkêş bikin.

Komîteya hilbijartinan diyar kirin ku gera duyemîn ji hilbijartinan an di 6`ê Cotmehê anku bi dê bi dema hilbijartinên meclisa qanûnan re rast were, yan jî dê di 13`ê Cotmehê be û li ser esasî encamê be.

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket