Mîhrîcana Zarokan li herêma Firatê dest pê kir

kurdistani 04:44 PM - 2019-09-17
Mîhrîcana Zarokan li herêma Firatê dest pê kir

Mîhrîcana Zarokan li herêma Firatê dest pê kir

Îro Mîhrîcana 3`yemîn a Zarokan li bajarê Kobanê yê herêma Firatê dest pê kir.

Bi piştgiriya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk û Tevgera Kevana Zêrîn û bi dirûşma "Zarok zengîniya huner û jiyana azad in" Mîhrîcana 3`yemîn a Zarokan li ser asta herêma Firatê dest pê kir. Mîhrîcan li bajarê Kobanê bi tevlêbûna bi dehan zarokên herêma Firat, bajarê Reqa, Tebqa û Minbicê dest pê kir.

Mîhrîcanê bi meşekê dest pê kir. Meşê ji Navenda Baqî Xido ya Çandê dest pê kir û li kolanan dewam kir û piştre dîsa meşvan vegeriyan navendê.

Hemû pêkhate bi cilên xwe yên folklorîk beşdarî mîhrîcanê bûn û hemû zarokan jî amûrên xwe yên muzîkê xistin destê xwe.

Di mîhrîcanê de ji rêveberên Kongreya Star Şafîn Qolagasî wiha axivî: "Çanda gelan ji aliyê rejîmên desthilatdar ve hate paşguhkirin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve em gelek tê koşiyan heta ku em gihaştin asta ku em bi azadiya çanda xwe û nasnameya xwe ya resen bijîn."

Paşê hevserokê Desteya Çand û Huner a Herêma Firatê Rêzan Nasan jî wiha got:"Mîhrîcana zarokan  dê armancên perwerdekirin û fêrkirinê bi xwe re bîne.”

Ji rêveberên Tevgera Kevana Zêrîn Guljîn Qasim jî îşaret bi girîngiya geşkirin û xurtkina behreyên zarokan kir.

Paşê Koma Goran a girêdayî Navenda Baqî Xido stranên gelêrî pêşkêş kirin û roja yekemîn a mîhrîcanê bi dawî bû.

Mîhrîcan dê 2 rojan dewam bike. Sibê wê gelek komên hunerî tev li mîhrîcanê bibin.

Mîhrîcana zarokan a herêma Firatê salane tê lidarxistin.

PUKmedia-anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket