Hêzên rejîmê dîsa “herêmên bêçek" topbaran dike

kurdistani 12:46 PM - 2019-09-15
Hêzên rejîmê dîsa “herêmên bêçek" topbaran dike

Hêzên rejîmê dîsa “herêmên bêçek" topbaran dike

Li “herêmên agirbestê" hêzên rêjîma Sûriyê topbarana bejahî berdewam dikin û gelek sivîl dibin qurbanî.
Navenad Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên Rêjîmê duh êvarê û vê sibê bi moşekan êrîşî gelek herêman kir, Kefernubil, taxên bajarê Meret Nûman, Kefersecnê, Marzêta, Rekayê, Has, Keferoma, Amiriyê, Moqa, Cebla, Kensefra ku li bejahiya başûr û başûrê rojhilatê Idlibê ne.
Ji hêleke din ve jî topbarana hêzên rêjîmê li Çiyayê Şehşebo yê bakurê rojavayê Hemayê jî pêk hat û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku di encama topbarana li Kensefrayê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.


PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket