Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendinê dest pê kir

kurdistani 10:31 AM - 2019-09-15
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendinê dest pê kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendinê dest pê kir

Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro deriyên xwe li xwendekaran vekirin, dest bi sala xwendinê ya 2019-2020’an kir.

Komîsyona Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê sala xwendinê ya 2019-2020’an daxuyaniyek da, tê de ragihand ku destpêkirina roja yekemîn a dibistanan roja yekşemê anku 15`ê Îlonê ye û dê di 28`ê Gulana 2020`an de bi dawî dibe.

Îro 4 hezar û 223 dibistanên herêmên Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Dêrezor û Munbicê deriyên xwe vekirin û pêşwaziya zêdetirî 500 hezar xwendekarên refên seretayî, navîn û amadehiyê kirin, ku tenê hejmara xwendekarên herêma Cizîr û Firatê gihaşt 320 hezar û 489’an. Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku zimanên ku li dibistanan tên xwendin; kurdî, erebî û suryanî ne ku ev yek cara yekemîn e li Sûriyê pêk tê.

Hêjayî gotinê ye ku dibistanên kantona Şehbayê ya herêma Efrînê di 8`ê Îlonê de dest bi perwerdeyê kir ku hejmara xwendekaran gihaşt 13 hezarî, jê 10 hezar ên seretayî û navîn in û 3 hezar ên amadehiyê ne ku li 65 dibistanan belav in.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket