Trump: Kurê Bin Ladên hat kuştin

kurdistani 09:03 AM - 2019-09-15
Trump: Kurê Bin Ladên hat kuştin

Trump: Kurê Bin Ladên hat kuştin

Serokê Amerîkayê Donad Trump ragihand ku wan kurê Serokê El Qayîde Bin Ladên, Hamza Bin Ladên di operasyoneka serbazî da kuşt.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku kurê Usame bin Ladên, Hemza bin Ladên ku di nava El Qaîdeyê de li asteke bilind bû, li herêma sînor ya Efxanistan û Pakistanê di encama operasyonê Amerîkayê yên dijî terorê de hat kuştin.

Amaje bi wê yekê jî kirin ku Hemza Bin Ladên dixwast ji nûh ve rêxistinê vejîne û êrîşeka weke 11ê Îlonê 2011`an encam bide hate kuştin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ajansa NBC ya Amerîkayê beriya mehekê belav kiribû ku Hemzeyê kurê Bin Ladîn yê di şûna wî da bibû serokê rêxistina terorîstî ya El Qaîdeyê hatiye kuştin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket