Ahmet Davutoglu ji AK Partiyê îsîtfa kir

kurdistani 01:25 PM - 2019-09-13
 Ahmet Davutoglu ji AK Partiyê îsîtfa kir

Ahmet Davutoglu ji AK Partiyê îsîtfa kir

Piştî ku daxwaza dûrxistina wî ji nav refên AK Partiyê hatibû kirin, îro di konferanseke rojnamevanî de, Ahmet Davutoglu ku serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê bû, ji endamîtiya AK Partiyê îstîfa kir .

Davutoglu dest ji kar berdana xwe ji endamîtiya AK Partiyê aşkere kir û got, ji bo ku mijara dûrxistinê, nebe mijara partiyê û serokê giştî yê partiyê, wî biryara îstîfayê daye. 

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Davutoglu herwiha diyar kir, tekez kir, êdî cihê xebata wan di nava refên AK Partiyê de nemaye, herwiha mijara dûrxistina xwe û kesên din ji nav refên AK Partiyê weke “proseyeke tesfiyekirinê” bi nav kir.

Di vê konferansa rojamevanî de, Davutoglu aşkere jî kir, ku ew dê tevgereke nû ya siyasî ava bikin, ku “mirov û dewleta hiqûqê têde esas were girtin û herî zêde xizmeta xelkê bike" ku dê sîstemekî nû li Tirkiyê ava bikin, ku “hemû pêkhate bikarin tê de bi awayekî azad xwe îfade bikin û nirxên hevbeş ên civakî tê de hebin.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket