Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Amerîkayê ji kar dûrket

kurdistani 10:22 AM - 2019-09-11
 Şêwirmendê Asayişa Niştimaniî yê Amerîkayê ji kar dûrket

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniî yê Amerîkayê ji kar dûrket

 Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê John Bolton ji kar dûrxist.

 Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wî ji Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê Bolton xwestiye ku daxwaznameya xwe ya destberdana kar bide.

Trump da zanîn ku ew dê di hefteya pêş de şêwirmendekê nû bo Asayişa Niştimaniya Amerîkayê diyar bike, Bolton di 9ê Nîsana 2018an de weke Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê hatibû erkdarkirin.

Her weha hêjay gotinê ye ku ji roja ku Trump hatiye ser kar ango ji 2017an ve 4 Şêwirmendên Asayîşa Netewî yên Qesra Spî hatin guhertin.

John Bolton, berê di çend sazîyên wek Yekîtiya Çekên Neteweyî de cîh girtibû, di rêvebirîya Ronald Reagan, George H.W. Bush û George W. Bush de kar kiribû, di navbera 2005 û 2007'an de li Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) bû

John Bolton, dema balyoz bû NY ser bêbandorbûnê bi awayekî eşkere rexne kiribû.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket