Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Salvegera Yekê Pîroz Kir


10/9/2019 17:06:00
Çapkirin
     SALVEGERA RAGIHANDINA XWESERIYê

Salvegera yekê ya damezirandina rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê li bajarokê Eyn Îsa hate lidarxistin.

Biryara damêzirandina rêvebirî di encama kongreya sêyê ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya di 16’ê Tîrmeha sala 2018’an de hatibû dayîn.

Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji sê meclîsan pêk te: Meclîsa Giştî, Meclîsa Rêvebir û Meclîsa Dadmendîyê.

Di 6’ê Tebaxa 2018’an de Meclîsa Giştî wek parlamentoya Bakur û Rojhilata Sûrîyê hate damezirandin û di heman rojê de Meclîsa Giştî Ebid Mihbaş û Bêrîvan Xalid wek hevserok bi nav kirin ku di 21 rojan de Meclîsa Rêvebir ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ava bikin.

Meclîsa Rêvebir ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji 10 desteyan û 8 baregehan pêk tê: Desteya Jinê, Kar û Barên Civakî,Çand, Ciwan û Spor, Aborî û Çandinî, Rêvebirîya Navxwe, Perwerde, Malî, Desteya Hindurîn û Desteya Nexweşî û Jîngehê.

PUKmedia-VOA


 

Almanya; Pirtûka Dr. Mihemed Zeyno hat dabeş kirin


Li bajarê Oberhausenê ya Almanyayê civaknasê kurd ê Efrînî û naskirî Dr. Mihemed Zeyno pirtûka xwe ya bi navê El-Îndîma...


»  Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket
»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Rewşa zimanê kurdî di roja zimanê dayîkê yê cîhanî de


Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê...


»  Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê
»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo

Karîkator