Rêwaz Fayîq; Parleman ji bo desturê kar dike

kurdistani 01:10 PM - 2019-09-10
Rêwaz Fayîq; Em ji bo desturê dixebitin

Rêwaz Fayîq; Em ji bo desturê dixebitin

Seroka parlemana Kurdisrtanê dibêje parlemana Kurdistanê ji bo destur dixebite.

Seroka parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayîq radighîne ku bi armanca derbaskirina pirsgirêkan pêwîstiya me bi hevrêziyekç hemû aliyên siyasî heye.

Piştî civîna serokatiya parlemana Kurdistanê ku pêkhatibû ji seroka Parleman û cîgirê seroka parleman Hêmin Hewramî û sekreter û cîgira seroka Parlemana Kurdistanê Mona Qehwecî li gel cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdistanê Kosret Resûl Elî li bajarê Silêmaniyê kongireyeke rojnamegrî ji aliyê serokatiya parlemana Kurdistanê ve hat lidarxsitin û tê de seroka parlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayîq ragihand; "Pêwîste ku parlemana Kurdistanê rola xwe di çareserkirina aloziyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdadê de, bi bandor û hikar hebe, her weha di hemû demê de, pêwîste destura m,e hebe û parleman ji bo desturê bixebite û nivîsa destuyr jî pêwîstî bi komdenga nîştimanî heye".

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Fayîq aşkire kir ku parleman komkirina me hemuyan li jêr cadira xwe dike, ji ber wê jî pêwîste ku hemû aliyên siyasî bi hevrêzî kar bikin û bi hev re kêşe û aloziyan derbas bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket