Şandeya bilind a HDPê bi serokkomarê Êraqê re civiya

kurdistani 03:29 PM - 2019-09-09
HDPê bi serokkomarê Êraqê re civiya

HDPê bi serokkomarê Êraqê re civiya

Şandeya bilind a Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) bi serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih re civiya.

Îro roja duşemê 9-9-2019`an, Şandeya bilind a Partiya Demokrasiya Gelan HDPê bi serokatiya Sezî Temelî serdana Silêmaniyê kir û ji aliyê  cîgirê duyemîn yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê (YNK)ê Dr. Berhem Salih ve hat pêşwazî kirin.

Her weha ku di civîna du qolî a di navbera Şandeya HDPê bi serokatiya hevserokê giştî yê Partiya Demokrasiya Gelan Sezî Temelî  û cîgirê duyemîn yê sekreterê giştî yê YNKê û serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih ku derbarê rewşa Bakurê Kurdistan û proseya aştiyê li Tirkiyê gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye ku şandeya HDPê Şandeya HDPê bi serokatiya hevserokê giştî yê Partiya Demokrasiya Gelan Sezî Temelî roja şemiyê bi riya firokexaneya navnetewî ya Hewlêrê gihîştibû Herêma Kurdistanê û li gel serok û berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê hevdîtin û gotûbêj kiribûn û îro jî berê xwe dane bajarê Silêmaniyê û bi serokkomar re hevdîtin kirin û wê li gel çendîn kesayetiyên din jî dîdar bikin tako proseya aştî li Bakurê Kurdistan ji xetmandinê derkeve.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket