Koalisyona Navdewletî: Armanca Dewriyeyan rakirina metirsiyên Enqere ji holê ye

kurdistani 11:46 AM - 2019-09-09
Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê diyar kir ku armanca yekemîn ji dewriyeyên hevbeş a DYA û Ti

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê diyar kir ku armanca yekemîn ji dewriyeyên hevbeş a DYA û Ti

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê diyar kir ku armanca yekemîn ji dewriyeyên hevbeş a DYA û Tirkiyê ku li herêmê hat meşandin, ewe ku wê metirsiyên Enqereyê li ser ewlehiya wê ji holê rake, Koalîsyonê tekez kir ku YPG`ê sozên xwe bicih anîn û ji herêmê vekişîn.

Buroya ragihandinê ya operasyona “El-Ezim El-Selib” a Koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewriyên hevbeş ji bo “misogerkirina ewlehiyê” û “rakirina metirsiyên Tirkiyê yên ewlehiyê” pêk hatiye.

Bi vekişîna YPG’ê ji ser sînor re jî Koalîsyonê gotibû, aliyên Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi sozên xwe ve girêdayî ne.

Lê belê tevî van helwestên nerim, Serokê AKP’ê careke din gef li herêmê xwar.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket