Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye

kurdistani 06:06 PM - 2019-09-08
Firîşte Zekeriya Efrîn

Firîşte Zekeriya Efrîn

Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku di hevpeyvînê de derbas bûne ji we re hilbijartin û evên li xwe rê ne;

*Min ji tavayî kelûpelên nav mala xwe bes gîtar û pirtûk û lîstokê xwe anî

*Xerîbî pir zor û dijwar e tevî ku vir jî weke EFRÎNÊ KURDISTANE

*Warê min bedewtire ji hemû deveran

*Şev û roj peyva vegera EFRÎNÊ ji ser zimanê min û herdu xûşikên min BIHUŞTA û SIRÛŞTA cuda nabe

*xewin û xeyalên min ew e ku Orkêstrake Zarokên KURDISTANÎ çêbibe ku Cîhan baştir me nas bike

Ji bo ji nêzîk ve naskirina hunermenda navdar a biçûk a Efrînî Firîşte Zekeriya Efrîn, me ji bavê wê hunermenda naskirî mamoste Zekeriya daxwaz kir ku derfeta hevpeyvînekê bidin me tako em bikaribin hunermenda ciwan a Efrînî bi xwendevan û şopênerên PUKmedia`yê bidin naskirin. Pir bi spasî ve ku hunermend Zekeriya soza karhêsanî da û soza xwe pêkanî ku me dikarî ev hevpeyvîna bi hunermenda zarok a nûciwan Firîşte re pêş bixin.

Ev jî naveroka hevpeyvîna me bi hunermenda me ya Efrînî re ye ku bû xwediyê kilîpeke navdar û bedew li ser Efrînê.

PUKmedia; Em bi hêvîne ku hûn derbarê destpêkirin û fêrbûna hunerê ji xwendevanên PUKmedia`yê re nasandinekê bikin.

Firîşte; Di serî de ez ji dil spasiya PUKmedia`yê dikim û bi taybetî Mam û mamoste Hozan dikim li ser vê karê xwe yê bi rûmet û serfiraz. Navê min FIRÎŞTE ye, ez ji EFRÎNA rengîn im, ez pir ji Efrîna xwe hez dikim, Efrîn her dem di dilê min de ye.Temenê min 13 salî ye û ez dikevim 14 dan. Dêk û bavê ji dema biçûkanî min de, ez li ser dengê mûzîkê dikirim xewê, ev baş tê bîra min û bi taybetî stranên Kurdî.

Û gelek caran li pêşiya min stran û helbest dixwendin li saz û gîtarê didan keyfa min jî pir dihat û min govend digirt û piştra min xwest xwe fêrî gîtarê bikim, bavê min waneyên gîtarê li ser notayê dan min û dayîka min jî, ez fêrî stranan kirim û bi taybetî stranên ku navê KURDISTANÊ têre derbas dibûn, min jiber dikir û di serî de strana (Sîpanê xelatê) min got û piştre strana (Taç zêrîn) yê zarokan min xwend ev stran Awaz û helbest yê bavê min e û piştre strana (BUHARÊ) min got helbest yê bavê mine û Awaz ya min bi xwe ye.

Û hêdî hêdî min gelek stran ezber kirin û li ser wê min lêdana wan yê gîtarê jî fêr dibûm. Ez pir ji zimanê Kurdî hez dikim, ji destpêkê de min dest bi xwendina zimên kir û her tim ez di refê xwe de ya xwendinê de, yekemîn der diketim ji ber min ji mamostê xwe pir hez dikir dema tîpên Kurdî li ser depê dinivîsandin. Derberê zimanê Erebî û Ingilîzî jî fêr dibûm û di mal de, dê û bavê min alîkariya min dikir in. Ez niha jî derbasî refa xwendinê yê heyştemîn bûm e.

PUKmedia: Gelo huner bi nêrîna te çi ye ?

Firîşte; Huner rastiya xweşikbûnê ye dema min li xwezaya EFRÎNÊ û gelî û newalên wê dinêrî, hez kirina min bêhtir ji hunerê re dihat, min ji xwe re digot huner hebûna me ye, bê huner ez nikarim bijîm, wê demê min fêm dikir ku dil û hest, ax û welat awaz û bedewî û hez kirina dê û bav tev bi hev ve hûnandiye.


PUKmedia; Tu wek zarokeke Efrînî ku niha ji neçarî ji Efrînê derketî û wek penaber an jî awere li herêma Cizîrê dijî, hestên te çi ne.?

Firîşte; Me qet û qet hizir nedikir ku rojekê em ji EFRÎNA xwe bidûr bikevin ez çiqas bêjim nikarim weke ku bûye vebêjim, hêsir di çavê min ez paşve dikişandim ber bi EFRÎNÊ lê çare nebû. ((Min ji tavayî kelûpelên nav mala xwe bes gîtar û pirtûk û lîstokê xwe anî)).

Niha jî ez tevî malbata xwe li bajarê Qamişloyê dijîm. ((Xerîbî pir zor û dijwar e tevî ku vir jî weke EFRÎNÊ KURDISTANE)). ((Lê warê min bedewtire ji hemû deveran)). ((Şev û roj peyva vegera EFRÎNÊ ji ser zimanê min û herdu xûşikên min BIHUŞTA û SIRÛŞTA cuda nabe)).

PUKmedia; Heya niha çend kilîp û stranên te hene.?

Firîşte; Stranê gelekin ji wan strana EFRÎNA min bûye Kilîp û li ser gelek Ekranên TV tê weşandin û ji ber kêm derfetiyan ez nikarim hemû stranên xwe tomar bikim û bikim kilîp û dayîka min jî wisa stran bêj û hunermende û kilîpên wê li ser Ekranê TV hatine weşandin.

Tev her tiştî ez tevlî gelek dezgeh û radoyên Rojavayê bûme bê goman bi malbata xwe re. Û niha jî ez tevlî Koma Çiyayê Kurmênc bûme, em hewil didin êşa EFRÎNA xwe bihûnin û bi saziyê cîhanî û mirovahiyê re parve bikin da çareyekî ji me re bibînin.

PUKmedia; Nameya te ji zarokên Kurdistanê re  çi ye .?

Di dawiyê de xewin û xeyalên min ew e ku Orkêstrake Zarokên KURDISTANÎ çêbibe ku Cîhan baştir me nas bike. Û banga min ji Zarokan re eve ji welêt hez bikin hez bikin hez bikin.

Hezar silav bo we mamosteyê hêja HOZAN EFRÎNÎ ku tu me bi Cîhanê didî nas kirin ku zarokên Kurd çine û her weh spasiya taybet jî ji PUKmedia`yê re ku bû ye deng û rengê êş û kulên gelê me li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Efrîna min a birîndar û dagîrkirî.

Li vir temaşeyî kilîpê bikin...

Hevpeyvîn; Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket