Dûr ji nakokiyên kesayetî werin yekrêziyê

kurdistani 04:03 PM - 2019-09-08
Hozan Efrînî, Ebdulhemîd Derwîş, Stran Ebdula, Hişmend Şêxo

Hozan Efrînî, Ebdulhemîd Derwîş, Stran Ebdula, Hişmend Şêxo

Duh me wek şandeke Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriye xelat kir.

Ji ber dirêjpdana kar û Xebatên tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriye yê, her weha ji ber ku ew yekek ji endamên damezrêner a yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bû ku heya niha jî tevdigere, mamoste Ebdulhemîd Hac Derwîş ji aliyê Rêxistina Hawarê ve bi pêşkêşkirina mertala Hawarê hat xelatkirin.

Ji 10-6-2019`an ve komîteya rêvebiriya Rêxistina Hawarê biryar dabû ku ji bo rêzgirtin li kar û xebatên her du endamên desteya damezrêner a tevgera kurdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê Mamoste Ebdulhemîd Derwîş û Dr. Xelîl Ebdula, ku mertala Hawarê ji bo her du rêzdaran re bê pêşkêş kirin.

Duh roja şemiyê 7-9-2019`an, li bajarê Silêmaniyê, mamoste Hemîd Hac Derwîş ji aliyê rêxistina Hawarê ve hat xelatkirin û di wê merasîmê de, me sedema pêşkêşkirina wê xelatê zelal kir ku ev ji bo rêzgirtin li kar û xebat û erkên mamoste ê ku ji dîroka 1956`an ve ango 63 salan ve dirêjpêdere ku hat daxwazkirin klu mamoste rola yekrêziya gelê kurd û aliyê siyasî bigre bi dest tako aliyên siyasî nakokdar li Rojavayê Kurdistanê ber bi hev werin û ew pêngav di xizmeta doza gelê me de be.

Her weha biryar we ye ku di heman demê de, kesayetiya xebatkar ê ku di heman bîrdoza yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê Dr. Xelîl Ebdula jî bi mertala Hawarê tê xelat kirin lê ji ber ku ew niha li Amerîkayê ye, em li benda serdaneke wî ne tako em ji nêzîk ve pêkêşî bikin wek rêzgirtin ji kar û erkên wî ên dîrokî re.

Lê mixabin piştî ku min nûçeya derbarê hevdîtina xwe bi mamoste Hemîd Hac Derwîş re weşand, min têbînî kir ku hinek rexne û êrişên cur bi cur hatin ser min şû rûpela min û rûpela min ketwe jêr barê tengaviyê de, mixabin ji van nêzîketiyên bê sûd re ku heya niha me wane ji dîroka buhorî negirtiye.

Ez ê her tim wiha bibêjim ku pêwîste mirov di jiyana xwe de, derfeta lihevhatin û aştîbûn û jihevnêzîkbûnê bihêle, ji ber ku çiyan çiya nabîne lê mirov mirovan dibîne.

Eger mirov dîroka şoreşên gelan ji nêzîk ve bişpîne û nirxandineke pir berfereh jê re bike, wê demê, wê rastiya yekrêzî û peywendiyên nîştimanî û çawaniya parastina berjewendiyên giştî ên ku jiyana gel û rastiya dozê diparêze di bernameyên xwe ên peywendiyan de bi cih bike tako dîrok lê were dilovaniyê.

Ya rast ew e ku em bi zindî rêz li mirovên xwe bigrin, çiqas em hewil bidin ji nefreta tengbûna kesayetî dûr bikevin, ewqas emê nêzîkî rastiyan bibin. Di dîrokê de bixwînin ku çiqas du kes an jî du aliyên nakokdar bi hev re nakok bûne û dijayetiya hev du kirine, lê di encamê de, her du alî ber hev du hatine û dostaniya xwe heya rojên mirinê jî dirêjpêdan kirine..

Ez bi xwe pênagavên wiha ên di xizmeta yekrêziyê de, pir girîng û pîroz dinirxînim. Ji berku mirov çi bike wê di dawiyê de, neçar bimîne ku bi hev re bijî, ji ber ku mirov mirove, her weha kurd jî her kurde û her mirove, çawa wê bui hev re nejî ?

 

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket